Li Serê Kaniyê 4 şervan û 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
Duh piştî nîvro otombîleke bombekirî li ber navenda YPGê li bajarê Serê Kaniyê teqiya, di heman demê de otombîleke din a bombekirî li ber xaleke kontrolê ya asayişa PYDê li gundê Til Helef ê ku 2 km li başûrê Serê Kaniyê dikeve, teqiya.
Navenda ragihandina YPGê di daxuyaniyekê de got ku “di her du teqînan de 3 endamên asayişê, şervanekî YPGê û 6 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 10 kesên din ên sivîl birîndar bûn”.
Di daxuyaniya YPGê de ku wek baskê leşkerî yê PYDê li Rojavayê Kurdistanê tê naskirin, hatiye gotin ku piraniya qurbaniyên teqîna li Til Helefê ji Erebên gund in.
Li aliyê din, YPGê aşkere kir ku şervanekî wan li gundê Zehir el-Ereb ê di navbera Dirbêsiyê û Serê Kaniyê de ji aliyê grûpeke ku ji 4 kesan pêk dihat hat kuştin.
Li gor daxuyaniyê, piştî bûyerê şervanên YPGê karîn endamên wê grûpê bi temamî bikujin û çend gumanbar jî girtin.
Rûdaw
