2 otombîlên bombekirî li Serê Kaniyê teqiyan
Çalakvanê siyasî Zekî Hecî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku îro derdora saet 11.30 bi dema Qamişlo, 2 teqînan bajarê Serê Kaniyê û gundê Til Helef (2 kîlometroyan li başûrê bajêr) hejand.
Hecî got ku otombîlek li kêleka dibistana Usame Bin Zeyd li ser rêya Dirbêsiyê ku YPGê ji xwe re kiriye baregeh, tînin teqiya û otombîlek din di heman demê de li gundê Til Helef teqiya.
Li gorî zaniyariyên wî çalakvanî, di encama her du teqînan de, hejmarek kes jiyana xwe ji dest dane û çend kesên din jî birîndar bûne.
Hecî da zanîn ku birîndar ji bo nexweşxaneya Roj li bajarê Serê Kaniyê hatine rakirin û rêveberiya nexweşxaneyê daxwaza xwînbexşînê ji bo birîndaran dikin.
Hecî herwiha diyar kir ku bajarê Serê Kaniyê ji bal hêzên YPGê ve dorpêçkirî ye “ji ber tirs heye ku hin otomobîlên bombekirî yên din hebin”.
Rûdaw
