• Saturday, 14 February 2026
logo

Beşîkçî li Firîngeha Ataturk ya Stenbolê hat asteng kirin

Gulan Media April 24, 2014 Nûçe
Beşîkçî li Firîngeha Ataturk ya Stenbolê hat asteng kirin
Civaknas Îsmal Beşîkçî navekî pir girîng e ku bi dehan berhemên ser pirsa Kurdî nivîsîne û berdelên giran jibo wan nivîs û pirtûkên xwe dane.

Biryar bû birêz Beşîkçî vê heftê bihata Amerîka û beşdarî li du konferansên li Washington û New York bike.

Dema Beşîkçî û Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuz li Firîngeha Ataturk ya Stenbolê bûn ku werin Amerîka, ew hatin asteng kirin.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Gurbuz agahî li ser astengkirina wan dide û pêşketinên nû dinirxîne

Birêz Gurbuz dibêje, di van demên dawî de hin kes hene ku ji Beşîkçî û xebatên ser weqfa wan ya ser navê wî eciz in û dibe ku astengkirina wan bi wê yekê ve girêdayî be.

Gurbuz bal dikşîne ku Konsulxaneya Amerîkê berî 10 rojan vîze daye wan û ne tiştekî maqul e ew bi vî avayî bêne asteng kirin.

"Di van çend rojên dawî de destê hin kesan kete nav vî karî. Dibe ku lobîya Tirkan ya li Amerîka be, belku hikûmet, belku jî grubên dijî wê, lê dîyar e ku hin kes ji Beşîkçî eciz in."

VOA
Top