• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Hewlêrê komelgehek ji bo konsolxaneyan tê vekirin

Gulan Media April 24, 2014 Nûçe
Li Hewlêrê komelgehek ji bo konsolxaneyan tê vekirin
Komelgeheke taybet bo konsolxaneyan li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê tê vekirin û hemû konsolxaneyên welatên biyanî bo wê komelgehê tên veguhestin.

Niha 30 konsolxaneyên welatên biyanî li Herêma Kurdistanê hene û di çend rojên borî de berpirsên Herêma Kurdistanê eşkere kirine ku dê Çîn jî konsolxaneya xwe li Kurdistanê veke. Heta niha beşek ji xebatên komelgehê bi dawî bûne û dikeve ser rêya Selahedîn-Hewlêrê.

Di vê derbarê de Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa got: ‘‘Komelgeha dîplomasî ciheke ji bo komkirina hemû konsolxaneyên li bajarê Hewlêrê. Nûnerên welatan ji me xwestin ku cihekî taybet bo wan diyar bikin û hikûmeta herêmê jî bi dilxweşî cîhek bo wan diyar kiriye.’‘

BasNews
Top