KCD: Bila Tirkiyê ji Ermeniyan lêborînê bixwaze
Di ser tevkujiya Ermeniyan re 99 sal derbas bûn. Li gorî Ermeniyan li Tirkiyê milyonek û nîv ermenî hatine kuştin û ev pêkanîn jenosîd e.
Hin parlamentoyên welatên Ewropayê jî ev bûyer weke jenosîd pejirandin û ji Tirkiyeyê xwestin ku jenosîda Ermeniyan bipejirîne, Lê Tirkiyê ev 99 sal in hertim vê yekê weke bûyereke trajîk bi nav dike û îdîa dike ku Ermeniyên jiyana xwe ji dest dane di koçberiyê de ji ber nexweşiyê mirine.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku weke sîwana hin fraksiyonên Kurd, Ermen û Sûryaniyên li Bakurê Kurdistanê ye, bi boneya vê rojê peyameke nivîskî belav kir.
KCDê di peyama xwe de xwest dewleta Tirkiyê rastiya dîrokî bipejirîne, komkujiyê bi hemû rastiyên xwe aşkere bike û ji Ermeniyan lêborînê bixwaze.
KCDê herwiha daxwaz kir ku bi komkujiya Ermeniyan re, dewleta Tirkiyê komkujiyên li hemberî Kurdan li Amed, Dêrsîm, Mereş, Çorum, Sêwas, Roboskî, Gever û Licê jî bipejirîne, lêborînê bixwaze û van komkujiyan bi her awayî lêkolîn bike û aşkere bike.
Di sala 1915an de li Tirkiyê ku wê demê dewleta Osmanî bû, li hemberî Ermenî, Kildanî, Sûryanî û Nastûriyan komkujî pêk hatibû û ji milyonekî zêdetir kes jiyana xwe ji dest dan.
Duh serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan daxuyaniyek bi 9 zimanan derxist û tê de serxweşî li neviyên qurbaniyên komkujiya Ermeniyan kir.
Rûdaw
