• Saturday, 14 February 2026
logo

Iraq dibe 3 parçe

Gulan Media April 23, 2014 Nûçe
Iraq dibe 3 parçe
Tê pêşbînî kirin ku piştî hilbijartinên Iraqê, teqîna nakokiyan û pêkneanîna hikûmeta Iraqê, projeya Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden ku berî wî postî wergiriye pêşkêş kiribû, bikeve warê cîbicîkirinê, lê serkirdayetiya Kurd ligel wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê ligel Iraqê bi sîstema konfederalizmê bidomîne.

Berî destpêkirina şerê Enbar û Felûce û geşbûna hêzên DAIŞ’ê li wî sînorî, tîmekî Amerîkî serdana Iraqê kir û boi wan aşkere bû ku Iraq di vê rewşa niha de nikare aramiya xwe biparêze. Herwiha di nûtirîn raporta xwe de bo desthilatdarên welatê xwe bi navê “Rojeva wan şerên taîfî li Iraqê nexşeya sê herêman dikêşe”, derbarê pêşeroja Iraqê de jî careke din plana Joe Biden pêşkêşî raydarên Amerîkayê kirin, lê ew raport berî têkçûna rewşa Enbar û Felûce bû, herwiha di wê demê de hê pirsgirêkên li ser şandina petrola Herêma Kurdistanê derneketibûn, li gor wê dê nexşeya Iraqê biguhere û bibe 3 herêm, şandina petrola Herêma Kudistanê jî bo derve nîşaneke ku Herêma Kurdistanê fikra serxwebûnê dike.

Di vê derbarê de Parlamenterê Hevpeymaniya Kurdistanê Bekir Heme Sedîq ji BasNewsê re got: “Ew rewşa ku niha li naverasta Iraqê û herwiha li Herêma Kuristanê heye wê yekê aşkere dike ku dê projeya Biden piştî hilbijartinan bikeve warê cîbicîkirinê, va Herêma Kurdistanê daxwaza konfederalizmê dike û Sûnneyên Iraqê jî daxwaza hevpeymaniyê ligel Kurdan dikin.”

Sedîq da zanîn ku ev yek girêdayî xwezaya Iraqê bi xwe ye jî ku ji sê pêkhateyan pêk tê, ji aliyek din ve têkiliya wê bi siyasetên şaş Nûrî Malikî ve heye û wiha axifî: “Eger wê demê Kurd bikaribin navçeyên veqetandî werbigirin dê sûdê werbigirin lê eger na wê zerarê bikin.”

Li gor destûra Iraqê jî pêwîste li wan navçeyên ku federalizm an konfederalîzmê dixwazin referandûm bê kirin û navbirî got: “Piştî hilbijartinan hikûmeta Iraqê pêk nayê û dê Iraq bi neçarî bê parçe kirin.”

Ligel wêya Amerîkî diyar dikin ku ew li dijî parçekirina Iraqê ne, lê raportên wan wiha didin xwiyakirin ku ew rastî li cem wan diyar bûye êdî Iraq nikare bi yek parçeyî berdewam bike, herwiha pêşnînî tê kirin ku piştî hilbijartinan nakokî bighin asteke gelekî bilind û aliyên Sûnne jî nexşeya sînorê xwe deynin, bi vêna her yek ji Herêma Kurdistanê, Naverasata Iraqê û herêma Şîe dê bikaribin bêhtir xwe biparêzin.

Li gor raportên Amerîkî, Îran û Tirkiye jî êdî piştgiriya vê parçebûnê dikin ji ber ku berjewendiyên wan pêve girêdayî ne, bi taybetî Tirkiye ku berê dijminê wê yekê bû ku İraq bê parçe kirin, lê niha ji ber têkiliyên baş ên navbera Serokwezîrê Tikriyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, guhertinên mezin di siyaest û hizrên wî welatî de çêbûne

Herwiha Amerîkî jî dixwazin ji wê yekê rizgar bibin ku dibêje: “Amerîka Iraq rizgar kir û ew radestê Iraqê kir.” Berî niha jî parlamenterê Hevpeymaniya Kurdistanê Xalid Şiwanî ragehandibû ku di serdana wan a bo Amerîkayê de û civîna ligel berpirsê dosya Iraqê li Wezareta Derve ya Amerîka, ew yek derket hole ku eger Iraq bibe sê herêm dê bêhtir bikare xwe biparêze.

Lê niha serkirdayetiya Kurd li Herêma Kurdstanê sîstema konfederalîzmê dixwaze da careke din hikûmeta Iraqê nikaribe bi awayekî merkezî cezayên siyasî û aborî li ser Herêma Kurdistanê ferz bike.

Berdevkê Hepeymaniya Kurdistanê li Parlamentoya Iraqê Mueyed Teyîb ji BasNewsê re tekez li ser piştgiriya serkirdayetiya Kurd bo wê projeyê kir, bi mercê referandûm li navçeyên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê bê kirin û got: “Em wek Kurd baweriya me bi merkeziyetê nemaye û li gor me hebûna 3 herêman li Iraqê dê têkiliyên siyasî di navbera aliyên Iraqê de bihêz bike. Federalîzm li Iraqê biser neket û di qonaxa dahatû de pêdiviya Herêma Kurdistanê bi serxwebûnê heye.’‘

Ji aliyekî din ve Parlamenterê Iraqê yê parêzgeha Felûce, Kamil Dilêmî ragiehandibû ku derstêwerdana serbazî rewşa Felûce xirabtir kir û niha projeya Biden dê piştî hilbijartinan bikeve warê cîbicîkirinê.

BasNews
Top