• Saturday, 14 February 2026
logo

Naveroka civîna Barzanî, Hêro Xan û Berhem Salih

Gulan Media April 23, 2014 Nûçe
Naveroka civîna Barzanî, Hêro Xan û Berhem Salih
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û hevjîna serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, Hêro Îbrahîm Ehmed û Berhem Salih li ser pirsa pêkanîna hikûmetê û pişka YNK tê de, civiyan.

Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, di civînê, duh, Sêşemê de Barzanî ligel Hêro Xan û Berhem Salih behsa pêk anîna hikûmeta bin fereh kirin, herwiha beşdariya YNK di hikûmetê de bi girîng da zanîn.

Ji aliyek din ve rewşa hilbijartinan tewerekî din ê civînê bû, ku tê de her du aliyan tekez kirin ku pêwîste ew prose di rewşek aram û aştiyane de birêve biçe, herwiha rêgirî li her hewleke têkdana aramiya bajarên Herêma Kurdistanê bê girtin.

Herwiha pirsa nerazîbûna YNK li ser pişka xwe di kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê û rijdbûna wê li ser wergirtina Wezatreta Navxwe tewerekî din yê civîna Barzanî ligel herdu serkirdeyên YNK bû.

Li gor çavkaniyên Rûdawê, barzanî ji Hêro Xan û Berhem Salih re gotiyr ku pirsa pêkanîna hikûmetê ligel şanda danûstandinan a PDK çareser bikin.

Ev di demekê de ye ku Barzanî berî du rojan, di civîneke hizbî de, bersiva YNK dabû û gotibû ku Wezareta Navxwe her ya PDK ye.

Herwiha Rûdaw zanî ku piştî bidawîhatina wê civînê, Berhem Salih ligel Nêçîrvan Barzanî civiya û behsa pişka YNK di hikûmetê de kirin.

Rûdaw
Top