Parlamenterek bû yekem namzedê serokatiya Sûriyê
Serokê Parlamentoya Sûriyê Mihemed el-Leham di weşana zindî ya televizyona fermî ya Sûriyê de ragihand ku “parlamenter Mahir Ebdilhefîz Hecar daxwazek pêşkêşî dadgeha destûr kiriye ji bo ku bibe namzedê serokatiyê”.
Li gor xala benda 85 ya destûra Sûriyê, “kesê daxwaza nazmediyê pêkêş bike, divê 35 parlamenter li ser daxwaza wî erê bikin”.
Mahir Ebdilhefîz Hecar di sala 1968an de li Helebê ji dayik bûye û derçûyê kolêca wêje uya zanîngeha Helebê ye.
Li gor televizyona fermî ya Sûriyê, Hecar di sala 1984an de bû endamê Partiya Komonîst a Sûriyê.
Roja duşemê ya borî deriyê namzediyê ji bo serokatiya Sûriyê hat vekirin û dê heta 1ê gulanê derî vekirî be.
Heta niha serokê Sûriyê Beşar bi awayekî fermî ne gotiye ku ewê xwe namzed bike, lê wî gelek caran amaje bi vê yekê kiriye.
Rûdaw
