Biden: Divê Rûsya şertên peymana dawî ya çareserkirina kirîza Ukrayna bicîh bîne
Biden dibêje Ukrayna jibo paşeroja xwe ketiye nav bizaveke dijwar û divê rêz li wê yekê bê girtin.
Birêz Biden di civîneke raginandinê de, bi hazirbûna Serokwezîrê demkî Arseniy Yatsenyuk li Kîev axifî.
Wî got, dem hatiye ku Rûsya dev ji axtinê berde û gavîn berbiçav bavêje.
“Divê Rûsya sozên xwe yên di hevdîtinên navnetewî yên hefteya borî de cîh bîne û piştgirîya xwe jibo wan cudaxwazên alîgirê Rûsya bikşîne ku avahîyên hikûmetê dagir kirine.
Biden bal kişand ku Ukrayna yek perçe ye û divê bi vî awayî bimîne. Wî herwiha dubare kir ku Amerîka wê tim li kelêka Ukrayna bimîne
VOA
