• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî: Plan heye û emê ji vê krîza aborî rizgar bibin

Gulan Media April 22, 2014 Nûçe
Barzanî: Plan heye û emê ji vê krîza aborî rizgar bibin
Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî ragehand ku ji bo wê krîza aborî ya hikûmeta İraqê li ser Herêma Kurdistanê ferz kiriye plana hikûmeta Kurdistanê heye û bêguman dê wê planê jî cîbicîh bike. Herwiha daxwaz ji xelkê Kurdistanê kir ku baweriya wan bi serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê hebe ku vê krîzê derbas dikin.

Nêçîrvan Barzanî di mitîngeke propagandeya hilbijartinê ya partiya xwe de got: ‘’Ji bo wê krîza aborî ku hikûmeta federal a İraqê li ser Herêma Kurdistanê ferz kiriye, plana hikûmeta Herêma Kurdistanê heye û bêguman plana xwe jî cîbicîh dike. Bila baweriya we bi serkirdayetiya siyasî ya Kurd hebe ku bi ser bilindî wê krîza birîna meaş ji aliyê hikûmeta İraqê ve derbas û çareser dike.’‘

Barzanî wiha axifî: ‘’Di sala 1991’ê de bi heman awayî em rûbirûyê rewşeke wiha bûn, lê xweragiriya xelkê Kurdistanê wiha kir ku em wê qonaxê derbas bikin, niha jî xweragiriya xelkê Kurdistanê serkirdayetiya Kurd di cîbicîhkirina wê plana ku heye de serkeftî dike.

Ji bo vêna jî du rê li pêşiya xelkê Kurdistanê hene, yekem xweragiriya xelkê Kurdistanê û gehiştina serkeftinê ye, ya duyem jî teslîmî hinek kes bibin ku dixwazin xelkê Kurdistanê asîmle bikin û berjewendiyên xwe li ser Kurdan ferz bikin. Bêguman xelkê Kurdistanê teslîmê wan kesan nabe û bi awayekî xweragir dê rûbirûyê krîzên heyî bibe.’‘

BasNews
Top