• Saturday, 14 February 2026
logo

Yekem zanko bi zimanê Kurdî li Tirkiyê tê vekirin

Gulan Media April 22, 2014 Nûçe
Yekem zanko bi zimanê Kurdî li Tirkiyê tê vekirin
Bi mebesta vekirina yekem zanîngeha zimanê Kurdî li Tirkiyê, navenda mezopotamiya a çandî li bajarê Amedê dest bi wergirtina rezamendiyê ji aliyên pêwendîdar kir.

Malpera Radîkalê a Tirkî belav kiriye ku piştî ku di rojnameya fermî a Tirkiyê de rêpêdayîn belav kiriye desteyek ku ji aliyê navenda mezopotamiyayê ve nûnertiya wê tê kirin dest bi karê wergirtina rezamendiyê ji aliyên pêwendîdar kiriye. Her weha eve jî dibe yekem car ku zanîngehek li Tirkiyê tê vekirin û têde bi zimanê Kurdî xwendin tê kirin.

Di wê desteyê de her yek li hunermend Şivan Perwer û hejmarek kesên xwedî kar û parêzer jî tê de beşdarî kirine hene û ji niha ve plana wê yekê datînin ku di zanîngehê de ji bilî zimanê Kurdî, zimanên Tirkî, Ingilîzî û Ermenî û Suryanî jî têde bê xwendinê.

Serokê navenda mezopotamiyayê Dr. Selîm Ulçer dibêje: Navê wê dê bibe zanîngeha Amed û eve jî dibe yekem zanîngeh li Tirkiyê ku bi zimanê dayîk (Zimanê Kurdî) xwendinê pêşkêş bike.

Xendan/Radîkal
Top