Serokê Qewalên Êzdiyan koça dawî kir
Nesir Hacî ku kesekî nêzîkê Serokê Qewalên Êzdiyane ji BasNewsê re got: ‘‘Saet 11’ê şeva borî Serokê Qewalên Êzdiyan li Herêma Kurdistanê û cîhanê Silêman Sîfo li nexweşxaneya Azadî ya bajarê Duhokê ji ber krîza mêjî canê xwe ji dest da. Wê cenazeyê wî bi merasîmeke taybet bibin bajarokê Başîqa yê deşta Mûsilê û li wir veşêrin.’‘
Hacî da zanîn ku tê çaverêkirin kurê wî Behzad posta serokê Qewalan werbigire ji ber ew post ji malbatê dernakevê. Wek tê zanîn Silêman Sîfo posta serokê Qewalan ji nîvê çerxa borî ve wegirtibû, herwiha endamê Encûmena Rûhanî ya Bilind a Êzdiyan bû û peywendiyên wî bi hemû Êzdiyên cîhanê re hebûn.
Hêjayê gotinê ye ola Êzdiyan paşmayê oleke Rojhilatî ye, heta niha fikr û baweriyên xwe yên taybet parastine, dua û erkên xwe yên olî bi zimanê Kurdî dixwînin û baweriya wan bi hebûna Xweda heye. Tê texmînkirin ku hejmara wan a li İraq û Herêma Kurdistanê nêzîka nîv milyon kes be. Piraniya wan li parêzgeha Duhok û Mûsilê dijîn û Perestgeha Laliş a qezaya Şêxan navenda serekî ya ola Êzdiyan e.
BasNews
