• Saturday, 14 February 2026
logo

Barzanî: Divê rê li ber serbixweyiya medyayê bê xweşkirin

Gulan Media April 22, 2014 Nûçe
Barzanî: Divê rê li ber serbixweyiya medyayê bê xweşkirin
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi helkefta 116’emîn salvegera rojnamegariya Kurdî daxwaz ji rojnamevan û medyakaran kir ku nehêlin medya ji erkê xwe yê rasteqîn dûr bikeve û got: ‘’Çênabe medya bibe amrazeke milmilanê ya navbera aliyên siyasî.’‘

Di salvegera rojnamegeriya Kurdî de, Barzanî peyamek arasteya medyakar û rojnamevanan kir û têde wiha dibêje: ‘’Hebûna medya û rojnamegeriya azad sedemeke serekî e bo bilezkirina pêşketina siyasî, civakî, aborî û mirovî di nav civakê de, herwiha hevkariya qayîmtirbûna prensîpên demokrasî û civaka sivhil dike. Niha li Kurdistanê hejmareke zêde ya dezgahên ragehandin, medya û çapemeniyê hene û rola wan di parastina berjewendiyên bilind, bilindkirina asta hişyariya xelkê Kurdistanê de gelekî xwiya ye, erkê ser milê me hemûyan e vê diyardeya zindî û medenî ya welatê xwe biparêzin.’‘

Barzanî di wê peyamê de berê xwe dide partiyê siyasî û wiha dibêje: ‘’Ji bo ku rojnamegerî bikaribe erkên xwe bi baştirîn şêwaz cîbicîh bike divê aliyê siyasî rê li ber serbixweyiya medyayê xweş bikin da medya ji erkê xwe yê rasteqîn dûrnekeve, herwiha çênabe medya bibe amrazeke milmilanê ya navbera aliyên siyasî.’‘

Barzanî herwiha daxwazê ji hikûmet, aliyên peywendîdar û Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê dike ku bi baştirîn şêwaz hewl bidin azadî, jiyan û ewlekariya rojnamevanan biparêzin. Herwiha daxwaz ji medyakar û rojnamevanan dike ku pêbendê etîk û behayên rojnamegeriyê bin da rojnamegeriya Kurdî li ser asta navçeyî û cîhanê bibe mînakeke serkeftî.

BasNews
Top