• Saturday, 14 February 2026
logo

Bav çû kurê xwe xelas bike ew jî hat girtin

Gulan Media April 22, 2014 Nûçe
Bav çû kurê xwe xelas bike ew jî hat girtin
Ciwanê bi navê Murad Çelîk ku xelkê bajarê Amedê ye, çûbû tevlî rêxistina Cebhet el-Nusra ya Îslamî ya tundrew li Sûriyê bibe û dema bav çû ku wî xelas bike ew jî hat girtin û ti agahî derbarê herduyan de tine ne.

Li gor nûçeya rojnameya Radîkal, ev çend mehin bavê Murad, Nezîr Çelîk diçe Sûriyê û di nav kampên opozîsyonê û rêxistinên çsalmî de li kurê xwe digere, lê her tim vala û bê agahî vedigere.

Cara dawiyê Nezîr Çelîk dema bihîst kurê wî li cem hêzên YPGê dîl hatiye girtin, çû herêma Efrînê li Rojavayê Kurdistanê û bi rayedarên YPGê re hevdîtin pêk anî, lê derket kurê wî dîle di destê Artêşa Sûriyê ya Azad de ye.

Li gor axaftinên birayê ew ciwanê tevlî el-Nusra bûye, Îsa Çelîk wan bavê wî jî girtin û 25 hezar dolarê amerîkî wek fidiye dixwazin, ji ber wê jî Îsa alîkariya dewletê û rêxistinan dixwaze da bavê û birayê wî serbest bên berdan.

Li gor çapemeniyên Tirkiyê û Ewropayê, bi sedan ciwan ji bajarên Amed, Riha, Semsûr, Mereş, Çewlik, Entab û Meletiyê tevlî rêxistinên Îslamî yên tundrew li Sûriyê bûne

Rûdaw
Top