• Saturday, 14 February 2026
logo

Amerîka: kîmyewî li Sûriyê hatiye bikaranîn

Gulan Media April 22, 2014 Nûçe
Amerîka: kîmyewî li Sûriyê hatiye bikaranîn
Wezareta derve ya Amerîka ragihand ku hinek belge di destê wê de hene ku tekîd dikin madeyeke kîmyewî ya jehrî, ku dibe kulor be, li Sûriyê hatiye bikaranîn.

Ev daxuyaniya wezareta derve ya Amerîka di demekê de ye ku çalakvanên sûrî ragihandine ku bêhtirî 100 kesî li parêzgeha Idlibê li bakurê Sûriyê rastî bîncikandinê hatine.

Çalakvanên ser bi opozîsyona Sûriyê veduh duşemê ragihandin ku balafireke rejîma Sûriyê bermîleke bombekirî ku tejî gazên jehrî bû, avête bajarokê Tilminisê.

Berdevka wezareta derve ya Amerîka Jehn Psaki got “Belge di destê me de hene ku madeyeke kîmyewî ya jehrî li Sûriyê hatiye bikaranîn û em niha lêkolînê derbarê berpirsyariya hikûmeta Sûriyê di ber vê bûyerê de dikin”.

Serokê Fransa François Hollande destpêka vê heftiyê ragihandibû ku hinek nîşanên bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyê di destê welatê wî de hene, lê diyar kir ku ti belge di vê derbarê de tine ne.

Rûdaw
Top