• Saturday, 14 February 2026
logo

Yildiz: Em neçarin petrola Kurdistanê bifroşin

Gulan Media April 21, 2014 Nûçe
Yildiz: Em neçarin petrola Kurdistanê bifroşin
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz ragehand ku eger Herêma Kurdistanê petrola xwe bo Tirkiyê bişîne “Dê Tirkiye jî wê petrolê bişîne welatên cîhanê.”

Li ser axaftinên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema serdana Tirkiyê de ku gotibû: “Heta niha bêhna me fireh bû, lê bênh firehbûn jî sînorê wê heye”, Taner Yildiz got: “Pêwîste ez amajeyê bi wê yekê bikim ku heta niha me qonaxeke hemû hevraz biriye, di wê qonaxê de carna Hewlêr û Bexda gelekî nêzîkî hev bûn û carna jî gelekî ji hev dûr diketin.”

Yildiz wiha axifî: “Niha em bi heve re wê qonaxê birêve dibin, petrol petrola Iraqê ye, Iraqî petrolê berhem tînin, ew petrol li Iraqê tê derxistin û bo Tirkiyê tê şandin, me gotiye û em dûbare dikin, eger petrol bo Tikriyê bê şandin dê Tirkiyebo bazarên cîhanê bişîne. Ji ber hatina petrolê û tejîbûna depoyên me, me neçar dikewê petrolê bişînin bazarên cîhanê.”

BasNews
Top