Li Helebê 7 jê zarok 63 kes hatin kuştin
Rewangehê diyar kir ku doh (20.04.2014) balefirên rejîma Sûriyê bi bermîlên bombekirî tax û bajarokên Helebê bi giranî bombardiman kirine û di encam dea 63 kes hatine kuştin û zerareke mezin jî gihişte avahiyan.
Derbarê hûrgiliyên li ser kuştiyan jî, Rewangeha Mafên Mirovan got: “Di nav wan her 63 kuştiyan de, 6 ji grûpên Îslamî yên çekdar, 7 zarok û 3 jin hebûn.” Herwiha rewangehê da zanîn ku taxên, Ferdos, Biebdîn, bajarokê Ebdîn, bajarokê Etarib, taxa Miwaselat, taxa Selahedîn û gundê Zirbe hatine bombardimankirin.
Ji aliyek din ve Rewangeha Mafên Mirovan li Sûriyê ragihand daxwiyand ku îro sere sibehê, balafirên rejîmê taxên Mesakin Henano, Şear, meydana Asî, filkeya Cendûl û Ên el-Tel bi giranî bordoman kirine, lê heta niha hejmara kuştiyan nehatiye diyarkirin.
BasNews
