• Saturday, 14 February 2026
logo

Kurd û erebên Iraqê dixwazin Barzanî bibe serokomarê Iraqê

Gulan Media April 21, 2014 Nûçe
Kurd û erebên Iraqê dixwazin Barzanî bibe serokomarê Iraqê
Ji kurdan tê xwestin dest ji serokomariya Iraqê bernedin. Hinek alî jî ji serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dixwazin, xwe wek namzedê serokomariya Iraqê nîşan bide. Rayedarekî YNKê jî Barzanî wek “hêjatirîn” kes bo serokomariya Iraqê dibîne.

Serokomariya Iraqê 8 sal e di destê kurdan de ye û heta niha sekreterê giştî yê YNKê Celal Talebanî li ser kursiya serokomariyê rûniştiye lê ji Kanûna 2012an ve ji ber nexweşiyê kursiya wî vala ye.

Çend roj beriya niha, yek ji hevrikên herî bihêz ên serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî di hilbijartinên Iraqê de, Eyad Ellawî, helwesta xwe li ser posta serokomariya Iraqê eşkere kir û got, Em dixwazin Mesûd Barzanî bibe serokomarê Iraqê.

Ellawî ku di hilbijartinên 30ê Nîsanê yên Iraqê de xwe wek hevrikekî tund ê Malikî daye nasîn, ji Rûdawê re got, em bi hemû awayekî pişta Barzanî digirin ku bibe serokomarê Iraqê, eger Barzanî bibe serokê hemû welatên erebî jî emê dîsa piştgiriya wî bikin.

Helbet tenê Ellawî behsa vê yekê nak, serokê kongreya niştimanî ya Iraqê Ehmed Çelebî, mehekê beriya niha li Bexdayê ragihand, bila Mesûd Barzanî bibe serokomarê Iraqê.

Piştî rûxandina rêjîma Iraqê ji aliyê hêzên hevpeyman ve, Talebanî mehekê û Barzanî mehekê serokatiya Iraqê kirin lê piştî hilbijartinên 2005an, Celal Taleban bû serokomarê Iraqê. Di hilbijartinên 2010an de jî Talebanî dîsa bû serokomarê Iraqê lê ji ber nexweşiyê tenê 2 salan li ser kursiya xwe ma û ji wê demê ve hetiha cihê wî vala ye.

Li gorî qanûnên Iraqê, serokomar dikare du caran û her carê jî 4 salan serokomariyê bike.

Parlamenterê kurd li Parlamentoya Iraqê Mehmûd Osman, diyar kir ku ji Barzanî re pêşniyar hatiye kirin ku bibe serokomarê Iraqê lê posta serokomariyê li dijî armancên kurdan e.

Osman ji zarê Barzanî eşkere kir ku Barzanî wiha gotiye: “Ji min xwestine ez bibim serokomar lê niyeta min tine ez vê yekê qebûl bikim.”

Li gorî Mehmûd Osman, serokomariya Iraqê ti sûda wê ji kurdan re tine ji ber ku her tiştekî Iraqê di destê serokwezîr de ye.

Wî siyasetmedarê kurd wiha pêde çû: “Eger kurd serokomariya Iraqê qebûl bike divê her dem behsa serwerî, serxwebûn û yekperçebûna Iraqê bike ev jî li dijî armancên kurdan e.”

Lê serokê fraksiyona Hevpeymaniya Kurdistanî li Parlamentoya Iraqê Fuad Meisûm, li dijî Mehmûd Osman e û li gorî wî nabe kurd serokomariya Iraqê ji dest bidin.

Fuad Meisûm, bersiva Osman wiha da: “Eger em bêjin serokomariya Iraqê li dijî armancên kurdan e wê demê serokê parlamentoyê û serokwezîrê jî heman tişt e, çimkî dewleta kurdî ji nişka ve nayê ragihandin, eger dewleta kurdî hat ragihandin bêguman wezîrên kurd jî li Bexdayê namînin.”

Li gorî Meisûm, Barzanî hêjatirîn kes e ku dikare bibe serokomarê Iraqê û berê jî ev mijar hatiye axaftin.

Dema serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Tîrmeha par çû Bexdayê, serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî ji Barzanî xwest bibe serokomarê Iraqê lê Barzanî ev yek qebûl nekir.

Endamê polîtburoya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Mihemed Ehmed jî dibêje, serokomariya Iraqê ji kurdan re wate û karîgeriyek meinewî heye ji ber ku eger qanûnek li dijî kurdan were derxistin dikare pesend neke, çimkî li gorî qanûna Iraqê serokomar pasewanê destûrê ye.

Mihemed Ehmed got ku eger Barzanî bibe namzedê serokomariya Iraqê dê piştgiriya wî bikin ji ber ku Barzanî kesekî hêja ye û dikare xizmetek mezin bike lê divê ev mesele bi lihevhatina niştimanî bê çareserkirin, ji ber ku wê demê bihêztir dibe.

Rûdaw
Top