Şerê navbera DAIŞ û artêşa Îraq`ê dest pê kir
Peyvdarê Lîwaya 16 Neqîb Rêkewt Mihemed li sînorê qezaya Duzxurmato bo Malpera Xendan ragihand ku, îro êvarê piştî demjimêr 6:00 şer di navbera çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şamê (DAIŞ) û Artêşa Îraqê de li sînorê nahiya Silêman Beg ya ser bi qezaya Duzxurmato dest pê kir.
Amaje bi wê yekê kir ku jiber wê şerî rêya serekî ya navbera Bexdad – Kerkûk`ê hat girtin û hatûçû jî nema.
Neqîb Mihemed got: Heya niha jî şer berdewame û di wê şerî de çekdarên navbera çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şamê (DAIŞ) serbazekî Lîwaya 16 kuştiye.
Beriya niha jî çekdarên navbera çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şamê (DAIŞ) dikariyan dest bigrin bi ser nahiya Silêman Beg û piştî danûstankirina di navbera serok eşîretên wê nahiyeyê,çekdarên navbera çekdarên Rêxistina Dewleta Îslamî ya Îraq – Şamê (DAIŞ) ew dever bi cî hêlan.
Xendan
