• Saturday, 14 February 2026
logo

Li Silêmaniyê avahiya PDKê rastî êrişa çekdarî hat

Gulan Media April 20, 2014 Nûçe
Li Silêmaniyê avahiya PDKê rastî êrişa çekdarî hat
Li bajarê Silêmaniyê, avahiya Navçeya 5 a PDKê rastî êrişa çekdarî hat.

Berpirsê navçeya 5 a PDKê li Silêmaniyê Şêx Elî, ji Rûdawê re got, îşev avahiya me ya li taxa Îbrahîm Ehmed ji aliyê 5 kesan ve rastî êrişa çekdarî hat.

Şêx Elî da zanîn, îşev derdora saet 9:00, otomobîlek ku 5 kes tê de bûn, çûbû ber avahiya navçeya 5 a PDKê û gulle berdabûn avahiyê.

Li gorî agahiyên wî berpirsê PDKê, li ser otomobîlê alên kes ên YNKê hebûn û êrişker piştî teqekirinê ji cihê bûyerê reviyan.

Şeva borî jî, avahiya Liqa 4 a PDKê du caran rastî êrişa çekarî hat û di encamê de 2 kes birîndar bibûn.

Rûdaw
Top