Mesûd Barzanî bi şanda PDKê ya pêkanîna hikûmetê re civiya
Li gorî agahiyên Rûdawê, serokê PDKê Mesûd Barzanî piştî civîna şandên pêkanîna hikûmetê yên YNK û PDKê li ser pêkanîna hikûmetê, bi şanda PDKê re civiya lê heta niha li ser naveroka civînê ti agahiyek nehatiye dayîn.
Îro şandên PDK û YNKê yên pêkanîna hikûmetê li hev civiyan. Encam û naveroka civînê ji aliyê serokên her du şandan ve hatin eşkerekirin.
Serokê şanda YNKê Dr. Berhem Salih, diyar kir ku YNK heta niha jî li ser wergirtina Wezareta Navxwe rijd e, di demekî de wezareta han bûye pişka PDKê.
Serokê şanda PDKê Nêçîrvan Barzanî jî, ragihand ku divê YNK beşdarî hikûmetê bibe û got, çimkî li gorî me ev yek pêwîst e.
Hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, ev 7 meh in pêk nehatiye.
Rûdaw
