Serokwezîrê Iraqê Malikî: Ragihandina dewleta kurdî binpêkirina destûrê ye
Li gorî daxuyaniyeke ofîsa fermî ya serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, Malikî di hevpeyvînekê de digel televîzyona erebî ya El Menare ragihandiye, gefên Herêma Kurdistanê bû cudabûna ji Iraqê gotinên dubare ne û gotiye, ti kes û aliyek li Herêma Kurdistanê nikare destûra bingehîn a Iraqê binpê bike.
Li ser mafê diyarkirina qederê û ragihandina dewleta kurdî ji aliyê Herêma Kurdistanê ve jî serokwezîrê Iraqê gotiye, dema kurdan destûra bingehîn a Iraqê pejirandin wê demê qedera xwe diyar kirin û destûr jî dibêje, Iraq welatek yekgirtî û serbixwe ye.
Nûrî Malikî li ser îhtimala paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Iraqê jî gotiye, hilbijartin yek saetê jî nayê paşxistin. Ji min xwestin ku hilbijartin were paşxistin lê ez razî nebûm.
Malikî her wiha aniye ziman ku wî qet destûra Iraqê binpê nekiriye lê ew dikare bi belge nîşan bide ku rayedarên din destûr binpê kirine.
Beriya niha Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di hevpeyvînekê de digel televîzyona Skynews-erebî gotibû, dewleta kurdî di rê de ye û ti kes jî nikare pêşiya me bigire. Helbet em dixwazin vê yekê bi diyalog û gotûbêj pêk bînin nek bi şer û cengê.
Barzanî li ser dema ragihandina dewleta kurdî de jî gotibû, destnîşankirina heyama vê yekê zehmet e lê ez piştrast im dê di paşerojê de dewleta serbixwe ya kurdî were avakirin.
Rûdaw
