Civîna PDK û YNK’ê bêyî ragehandina tu encamekê bi dawî bû
Berî bi çend saetan civîna her du şandên danûstandinê yên PDK û YNK’ê bo pêkanîna kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi dawî bû ku li mala Dr. Berhem Salih birêve çû, lê belê daxwaz ji dezgehên ragehandinê hat kirin ber deriyê mala Dr. Berhem vala bikin û tu daxwiyanî nehatin dayîn.
Şanda PDK’ê ji Nêçîrvan Barzanî, Dr. Roj Nûrî Şawês, Azad Berwarî û Mehmûd Mihemed pêk dihat. Şanda YNK’ê jî ji Dr. Berhem Salih, Îmad Ehmed, Ednan Muftî û Hakim Qadir pêk dihat.
Berhem Salih ragehand ku ew civîna çapemeniyê lidar naxin û encama vê civînê dê di dahatû de eşkere bikin. Berî destpêkirina civînê Dr. Roj Nûrî Şawês ji BasNewsê re gotibû: ‘’Civîna me ya îrol ligel şanda YNK’ê yekalîker dibe û emê biryara dawî ya derbarê beşdarbûna hikûmetê de ji YNK’ê werbigirin.’‘
BasNews
