ENKSê: Dûrxistina endamên PDK-Sê li dijî hemû prensîpan e
ENKSê îro di daxuyaniyek derbarê girtina deriyê Sêmalka ji aliyê Rojavayê Kurdistanê û herwiha dûrxistina endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) ji aliyê asayişa Dêrikê ya ser bi PYDê ve derxist.
Di daxuyaniyê de ENKSê ragihand ku Sêmalka take deriye li pêş sed hezaran ji gelê kurd û girtina derî êş û azarên Kurdan zêde dike. ENKSê diyar kir ku Sêmalka wek karteke siyasî di nakokiyan de tê bikaranîn.
Derbarê girtin û derkirina endamên PDK-Sê ji Rojavayê Kurdistanê de, ENKSê got “Dûrkirina endamên PDK-Sê bi zorê ji aliyê YPG û asayişa girêdayî PYDê ve, li dijî hemû prensîp û rênemayan e û ziyanê digihîne hewlên ku ji bo yekrêziya Kurdan tên dayîn”.
ENKSê bang li Encûmen Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) kir ku van bûyeran piştguh neke û daxwaz jê kir ku ew “vegre rêya diyaloka avaker da ku her du encûmen bi hev re ji bo rakirina astengan li ber yekîtiya helwest û rêzan kar bikin”.
Rûdaw
