PDK bo serxwebûna Kurdistanê daxwaza piştgiriyê ji Çînê dike
Doh Endamê Polîtburoya PDK û Berpirsê Têkiliyên wê Kemal Kerkûkî ligel Nûnerê Rêveberiya Rojavayê Asya û Bakurê Efrîqayê, li Ofîsa Têkiliyên Navdewletî ya Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst Jiang Jianhu li Çînê civiya.
Di hevdîtinekê de Jiang Jianhu vekirina nûneratiya Çînê li Herêma Kurdistanê ragehand ku ji aliyê hikûmeta federal a Iraqê ve biryar li ser hatibû dayîn. Herwiha navbirî amadebûna welatê xwe bo rahênana karmendên Herêma Kurdistanê di warên cuda de anî ziman û got welatê wî amade ye şirketên Çînê jî bişîne Herêma Kurdistanê. Jianhu diyar kir ku şirketên Çînê yên di warê petrolê de jî kar dikin amade ne bên Herêma Kurdistanê û kar bikin.
Ji aliyê xwe ve Kemal Kerkûkî ragehand ku gelek sitem û zilm li gelê Kurd hatiye kirin, lewma daxwaz kir ku hemû dostên Kurdan piştgiriya biryara gelê Kurd bo serxwebûnê bikin ku niha ew biryar xwe di Konfederaliyê de dibîne.
Kerkûkî bal kişand ser kongreyê neteweyî ya Kurd û got ew kongre gelek girînge bo gihandina dengê Kurd li her çar aliyên Kurdistanê bo cîhanê, ji bo nehiştina wan şaşiyên ku berê li ser Kurdan hatine belav kirin û Kurd dengê xwe yên rast bighînin cîhanê.
BasNews
