• Saturday, 14 February 2026
logo

Peyama Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser bûyerên îşev yên Silêmaniyê

Gulan Media April 19, 2014 Nûçe
Peyama Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li ser bûyerên îşev yên Silêmaniyê
Îşev li ber avahiya Liqa 4 a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li bajarê Silêmaniyê bûyerek nexweş çêbû. Em wê bûyerê wek hewlekî bo têkdana atmosfera demokratîk ya Kurdistanê dibînin, ji ber wê jî ev bûyer karê pilankirî yê ti aliyekî siyasî yê Kurdistanê nîne.

Em hemû aliyekî piştrast dikin ku rewş bi temamî hatiye kontrolkirin û saziyên ewlehiyê, Polîs û Asayişê, yên Silêmaniyê bo lêkolînkirina derbarê bûyerên han de hatine erkdarkirin. Baweriya min jî bi şiyana saziyên ewlehiyê yên Silêmaniyê heye ku bikarin bûyerên îşev lêkolîn bikin û ewlehiya xelkê hêja yê Silêmaniyê biparêzin.

Ji ber wê jî, em daxwaz ji hemû aliyan bi taybet ji PDKê dikin ku li ser xwe bin û bi awayekî aram û bawerî bi saziyên ewlehiyê yên hikûmetê tevbigerin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

19/04/2014

Rûdaw
Top