Avahiya PDKê li Silêmaniyê 2 caran rastî êrişa çekdarî hat
Li gor agahiyên Rûdawê, îşev di heyama kêmtirî saetekê de du caran avahiya liqa 4 a PDKê li bajarê Silêmaniyê rastî êrişa çekdarî hat.
Di êrişa cara ewil de zirar negihîşt ti kesî lê di êrişa duyem de kesekî birîndar bû.
Tê gotin heta niha li ber avahiya PDKê alozî didome...
Li ber avahiya PDKê hejmarek mezin ji alîgirên PDKê kom bûne û nerazîbûna xwe li hember êrişa li dijî avahiya PDKê tînin ziman.
Berpirsê liqa 4 ê PDKê Helo Ehmed Kurde, li ser bûyerên îşev ji Rûdawê re got, 3 otomobîl bi alên kesk gulle berdana avahiya PDKê.
Ji aliyekî din, berpirsekî pilebilind ê PDKê ji Rûdawê re got, ew alozî û bûyerên îşev ên li ber avahiya PDKê li Silêmanêyê ne karê YNKê ye û ne jî siyaseta YNKê ye.
Rûdaw
