• Saturday, 14 February 2026
logo

Felah Mistefa: Nûnertiya hikûmetê li Parîsê rastî êrişê nehatiye

Gulan Media April 19, 2014 Nûçe
Felah Mistefa: Nûnertiya hikûmetê li Parîsê rastî êrişê nehatiye
Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, diyar kir ku yên li dijî kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojava derdikevin, mebesta wan propagande ye. Mistefa her wiha nûçe û îdiayên êrişa li dijî nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê jî red kir.

Berpirsê pêwendiyên derve yê Felah Mistefa, Li ser belavkirina nûçe û îdiayên derbarê êrişa komek kesên ku ji kolandina xendeqê li ser sînorê Başûr û Rojava nerazî ne, li dijî nûnertiya hikûmeta Herêma Kurdistanê li Parîsê ji Rûdawê re got, tiştekî wisa nîne helbet deriyê me ji her kesî re vekirî ye lê hinek genc li ber nûnertiyê kom bibûn û li dijî kolandina xendeqê nerazîbûna xwe anîbûn ziman, me jî peyama wan gihand hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Felah Mistefa, diyar kir ku aramî û berjewendiyên Herêma Kurdistanê bi ti tiştekî din nayê guhertin û wiha got: “Berpirsên serbazî û asayişê yên Herêma Kurdistanê wisa pêwîst zanîn ku divê xendeq were kolandin. Çimkî em naxwazin ne terorîst ne jî qaçaxçî derbasî nav Herêma Kurdistanê bibe, jixwe deriyê fermî hatiye vekirin.”

Li gorî Felah Mistefa, ew nerazîbûn û daxuyaniyên ku li dijî kolandina xendeqê tê nîşandan tenê propagande ye.

Berpirsê pêwendiyên derve yê hikûmeta Herêma Kurdistanê her wiha ragihand, Herêma Kurdistanê deriyek ji penaberan û alîkariyên mirovî vekiriye vêca çima hinek kes dixwazin bi qaçaxî derbas bibin, di demekî de ku dever tijî alozî û arîşe ye.

Felah Mistefa, anî ziman ku Herêma Kurdistanê herêmek qanûnî û rewa ye û wiha axivî: “Em ne komek biçûk in, ji ber ku em herêmek in ku qanûna wê heye, rewabûna wê heye, civaka navdewletî pê re di nav têkiliyê de ye. Em xwe naxin şûna komek biçûk ku nikare pêwendiyên rast bi derdorên xwe re çêbike.”

Rûdaw
Top