• Saturday, 14 February 2026
logo

BDP’ê biryara xwe da û tevlî HDP’ê dibe

Gulan Media April 19, 2014 Nûçe
BDP’ê biryara xwe da û tevlî HDP’ê dibe
Hevserokê HDP’ê Ertugrul Kurkçu ragehand ku di mesela tevlîbûna BDP’ê bo nav HDP’ê de herdu partiyan lihev kirine û wê di demeke herî nêzîk de evna pêk were. Kurkçu îdîa kir ku HDP di vê pêvajoya nûde hemû Tirkiye û cihanê eleqedar dike û got: “Emê bibin bijarteya hemû civakê ya dahatû. Di vê mijarê de em gihan fikrekî hevbeş. Em pêngaveke dîrokî diavêjin.”

Parlementerên BDP û HDP’ê derbarê tevlîbûna BDP’ê bo nav HDP’ê li navenda Giştî ya BDP’ê hatin ba hev. Di civînê de ku pêşketinên dawî jî hatin gotûbêjkirin, Serokwekîlên Koma BDP’ê Perwîn Buldan û Idrîs Balukan, Hevserokên HDP’ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu jî tevlî bûn.

Piştî civînê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Ertugrul Kurkçu di civîneke çapemeniyê de da zanîn ku wê di parlamentoyê de koma HDP’ê çêbikin û wiha axifî: ‘’Evna mijareke ku demeke dirêj e tê nîqaş kirin û me pêngaveke nû avêtiye.‘‘

Li gor ANF’ê Kurkçu diyar kir ku BDP wek pêkhateyeke HDP’ê wê pêvajoya xwe ji nû de bişêwe bike û got: “Hedef li gor girseya me bi şêwebûneke nû û pêvajoyeke nû ya damezrandinê emê bijîn. Koma HDP’ê wê tenê bi koma meclisê re nemîne, pêvajoyeke ku dahatûya Tirkiyê li xwe digire. Emê bibine bijarteya hemû civakê ya dahatûyê.”

BasNews
Top