• Saturday, 14 February 2026
logo

Karmendekî kareba jiyana ji dest da

Gulan Media April 19, 2014 Nûçe
Karmendekî kareba jiyana ji dest da
Li bajaroka Rizgarî a ser bi bajarê Kelarê karmendekî fermangeha karebê di dema cîbicîkirina karê xwe de kareba wî digre û jiyana xwe ji dest dide.

Jêderekê agahdar li bajaroka Rizgarî ji Xendanê re ragihand: Wî fermanberî di dema ku li yek li kargehên bajaroka Rizgarî mijûlî karê xwe bû karebê lê daye û di encamê de jiyan ji dest daye.

Wê jêderê amaje bi wê yekê jî kiriye ku navê wî karmendî (Kerîm Şikur Ehmed) e û ji dayîkbûyê sala 1968`an e û hate gotin ku heya niha çi kes li ser rûdana jiyanjidestana wî karmendî nehatiye girtin.

Xendan
Top