• Saturday, 14 February 2026
logo

‘Bazirganiya madeyên hoşber li ser sînor tê kirin’

Gulan Media April 19, 2014 Nûçe
‘Bazirganiya madeyên hoşber li ser sînor tê kirin’
Rêxistina Dad a Mafê Mirovan ragehand ku bazirganiya ne rewa ya madeyên hoşber û mirovan li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Sûriyê zêde bûye û daxwaz ji hikûmeta Kurdistanê kir ku di vê mijarê de hişyar be.

Di vê derbarê de Serokê Rêxistina Dad a Mafê Mirovan Zêrevan Berwarî ji BasNewsê re got: ‘‘Rewşa aborî ya kambax wiha dike Kurdên Sûriyê neçar bibin ji herêmên xwe birevin û berê xwe bidin Herêma Kurdistanê. Dema derbas jî dibin ji her hevwelatiyekî zêdeyî 300 dolar tên standin û evna jî tê wateya bazirganiya bi mirovan.’‘

Berwarî wihajî axifî: ‘‘Ev komên qaçaxçî zarokên ku temenê wan kêmî 18 salan e bi pereyan derbasî herêmê dikin û gelek ji wan li ser cadeyan kar dikin, bêyî ku navê wan li ser sînor an li Kampa Domîz were tomar kirin.’‘

Wek tê zanîn Herêma Kurdistanê bi dirêjahiya 17 kîlometreyan sînorên di navbera herêm û Sûriyê de kontrol dike, yê din hêzên Parastina Sînor yên ser bi hikûmeta navendî ya İraqê kontrol dike.

Qeçaxçîtiya kel û pel, çek û derbaskirina mirovan bi awayeke ne fermi, wiha kir ku asayîşa parêzgeha Duhokê neçar bibe, berê xwe bide kolana xendekan da nehêle ew qeçaxçîtî were kirin, lê evna bû cihê nerazîbûna Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD).

Li ser vê mijarê Zêrevan Berwarî wiha axifî: ‘‘Ev sînorên vekirî bûne sedema derbasbûna komên Îslamî yên radîkal bo nav Herêma Kurdistanê, herwiha birina ciwanên Başûrê Kurdistanê bo Sûriyê bi mebesta cîhadê. Ji aliyekî din ve jî bazirganiya mirov, çek û madeyên hoşber li ser sînor tê kirin û niha zêde bûye.’‘

Berwarî tekez kir ku parastina sînor erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Demokratîk e û daxwaz ji hikûmeta herêmê kir daku parastina sînor nebe wek karteke siyasî ji bo hilbijartinan.

BasNews
Top