‘Petrola Kurdistanê dikeve bazara cîhanê’
Wezîrê Enerjiyê Taner Yildiz di civîneke çapemeniyê de qala serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê û firotina petrola Kurdistanê bo bazara cîhanê kir û wiha axifî: ‘’Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo Tirkiyê û civîna wî ligel Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gelekî erênî birêve çû.’‘
Yildiz bibîr xist ku berî niha Wezîrê Petrola İraqê Ebdulkerîm Luxêbî serdana Tirkiyê kiriye û wiha pêde çû: ‘’Rojane nêzîka 100 hezar petrola Herêma Kurdistanê tê hinardekirin û dahata-hatina wê jî diçe ser budceya İraqê.’‘
Yildiz wiha dirêjî bi axaftina xwe da: ‘’Barzanî û Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî Aştî Hewramî li ser şandina petrola herêmê kar dikin. Eger rêjeya hinardekirina petrola herêmê zêdeyî 100 hezar bermîl be, ya ji sedî zêdetir dibe dahata Herêma Kurdistanê. Em hemû dizanin ku evna pirsgirêkeke navbera Hewlêr û Bexdayê ye. Evna jî yek ji wan rêyan e ku bandorê li normalbûna rewşa ewlekariyê û dahata İraqê dike.’‘
Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz axaftina xwe wiha qedand: ‘’Aramî li navçeyê gelekî girûng e. Her roj di manşetên rojnameyên me de kuştina bi dehan İraqê belav dibe. Petrola Herêma Kurdistanê li bazara cîhanê dibe xwediyê cihekî girîng.’‘
BasNews
