Îranê girtiyekî din ê Kurd îdam kir
Xurşîdî sê sal berî niha li nêzîkê bajarê Tehranê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatibû birîndar kirin û girtin. Tawana navbirî endamtiya di Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê de û dijayetiya bi xwedê re hatibû ragehandin.
Simko Xurşîdî xelkê Bane ya Rojhilatê Kurdistanê ye û Dadgeha bajarê Seqiz di sala 2011’ê de hukmê darvekirinê lê birî bû.
Li gor raporta Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (RMMK) heta niha termê wî girtiyê Kurd radestî malbata wî nehatiye kirin.
Li gor nûçeya heman rêxistinê navbirî berê di girtîgeha bajarê Sine de dihate ragirtin û 45 salên girtîgehê lê hatibûn birîn. Piştî girtina Simko Xurşîdî û ragehandina girtina wî, Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê endamtiya Xurşîdî di partiya xwe de red kiribû.
BasNews
