Bernama lîsta PDKê (213) ji bo helbijartinên Civata Nûnerên Îraqa Fedral
Partiya Demokrata Kurdistanê têkoşînê dike ji bo:
1- Vegerandina ax û sinûrê rasteqîne yê Herêma Kurdistanê bi rêyeke aştiyane û bi rêya mada (140) ya destûra Îraqê, ku pêkhatiye ji nehîştina şûnwarên te'rîbkirinê û veguhastina bi zorî ku li tev deverên Kurdistanî yên ji derveyî deshelata Herêmê bi bajarê Kerkûkê ve hatiye kirin.
2- Weberhênana samanên siruştî yên Kurdistanê bi petrol û gazê ve bi rêya bicihanîna madên (111,112,141) ji destûra Îraqê û derxistina qanûna neft û gazê li Îraqê.
3- Avakirina dewleteke rasteqîne ya hevbeş di navbera tev pêkhatên neteweyî û olî û mezhebî de di kevanê xurtkirin û berferekirina prensîpên nîştimanî û rêkxstina peywendiyan di navbera Herêma Kurdistanê û Hukûmeta Fedral de, herwiha bi rêya peydakirina sîstemekî fedralî di Îraqeke demokrasiya feremînberî de.
4- Qanûnên Hukûmeta Federal û bi taybet qanûnên: Civata Fedral, Dadweriya Fedral, Qanûna Saziyên Ewlehiyê, Qanûna Partiyên Siyasî, Çavdêrîkirina Dezgehên Hikûmî û Banka Nîştimanî, ew qanûnên ku girentiya binemayên Îraqeke dirust û fedraliyeta rasteqîne dikin.
5 - Pêgîrbûna Hikûmeta Fedral bi encamdana serjmêriya giştî ya akinciyên Îraqê, çûnkî ev proseye wê rastî û rewaya pêkhatên hemû Îraqê eşkere bike, bi taybetî jî deverên Kurdistanî yên derveyi îdara Herêma Kurdistanê.
6- Zimanê kurdî wekî di destûrê de hatî zimanê fermiye, vêca erkê Hikûkmeta Îraqê ye di hemû qûnaxên xwandinê de û li dezgehên hikumî yên dewleta Îraqê, herwiha tev karûbarên girêdayî dewleta Îraqê li hundir û li derve kar bi bendên destûrê bike.
7- Peywendiyên Hikûmeta Herêmê yên herêmî û navdewletî nimûneyeke berçav e, ku Îraq jî mifayê jê bistîne, daku peywendiyên xwe yên derve li ser binemayê rêzgirtin û parastina serwerî û erjewendiyên hevbeş dîne.
Berhingarbûna Terorê Û Peydakirina Ewlehiyê
1- Dawî anîn bi rewşa ne tena û tirsandina xelkê û peydakirina asayîş û aramiyê ji bo hemû aliyekî û parastina giyanê welatiyan ji her core gefekê û tirsandinekê bêyî cudahiya neteweyî û olî û mezhebî.
2- Pêkanîna supayekî bi hêz û saziyeke ewlehî ya nîştimanî hîvî û umêda tevaya gelên Îraqê ye ji bo berhingarbûna terorê û parastina sinûran ji her destdirêjiyeke derveyî.
3- Belavkirina aştiya civakî û bihevrejiyan û giyanê hevkariyê li ser bingehê rêzgirtinê.
4- Rêzgirtin li serweriya wlatên cîran û aştî di cîhanê de û destêwernedan di karûbarên hundirê welatên din de, çûnkî ew jî girentiya serweriya Îraqê dikin.
5- Dariştina bingehên hevkarî û hemahengiyê di navbera saziyên corbicorên asayîşa Îraqê û saziyên asayîşa Herêma Kurdistanê de.
6- Dabînkirina kelûpelên nû û pêşketî ji bo hêzên polîs û asayîş û pêşkêşkirina harîkarî û piştevaniya pêwîst û meşq pêkirina karmendan.
Xizmetguzariyên Jiyanê
Yekem: Xizmetguzariyên Bingehîn:
1- Av û kareba û xizmetguzariyên din yên sûlîn û tendirustiyê û rêk piran û jîngeheke hêja û guncayî ji bo hemû welatiyan li seranserî Îraqê bi bajar û bajarok û gundan ve.
2- Çalakkirina piroseya avedankirina gundan û berferehkirina sinûrên wan, daku hemû deverên wêranbûyî yên Îraqê vegire û giringî bi astê jîana akinciyên wan deveran were dan û rexsandina jêrxaneke guncayî ji bo geşepêdana çalakiyên warê abûrî, çandin, terş û kewalî, teyrûtewalan, herwiha handana kertê taybet yê pîşesaziya çandinê ji bo beşdarên vê pirosa nîştmanî.
3- Çareserkirina kêşeya akincîbûnê di kevanê avakirina yekeyên akincîbûnê û dana sulfeyên eqarî bi qerzên dirêj û handana kertê taybet di vî warî de.
Duyem: Kertê Tendirustiyê:
1- Peydakirina xizmetguzariyên tendirustiyê li hemû bajar û bajarok û gundan li seranserî Îraqê û pêşxistina kertê tendirustiyê di kevanê vekirina çendîn nexweşxane û bingehên tendirustiyê yên hevçerx de û peydakirina kelupelên pêşketî, herwiha meşqpêkirina nûjdar û karmendên tendirustiyê li gor şêwazên nû yên zanistî û şandina wan ji bo derveyî welat.
2- Derxistina qanûneke taybet bi karkirina nexweşxanên sivîl û kilînîkên nûjdarî.
3- Çavdêrîkirineke xurt ya bazar û derman û kerstên nûjdarî.
4- Qedexekirina bazirganîkirin bi endamên laş û sizadana ew ên bazirganiyê pê dikin.
5- Dabînkirina bîma tendirustiyê ji bo her welatiyekî û giringîdan bi qurbaniyên destê terorê, ew jî bi girentîkirina çareserî û dermanan û heger pêwîst bû ji bo derveyî welat werin şandin ji bo çarekirinê.
6- Avakirina nexweşxanên taybet yên nexweşiyên derûnî û nexweşiyên dûrdirêj û xudan pêdiviyên taybet.
Sêyem: Perwerde Û Fêrkirin:
1- Axaftin û xwandin bi zimanê dayikê mafekî nehaşa kirî ye û hemû dukyomênt û rêkkeftinên navdewletî têkest kiriye û destûrê hertimî yê Îraqê jî ev pirse ji bo sercem netewên Îraqê selmandiye, vêca erkê Hukûmeta Îraqê ye dibistanên taybet yên zimanê dayikê veke.
2- Vekirina zêdetir ya dayingeh û baxçên savayan û dibistan û peymangeh û kulêjan li sercem parêzgehên Îraqê, herwiha dabînkirina mamosta û pispor û sercem pêdiviyên zanistî.
3- Bilindkirina astê zanistî yê sercem qûnaxên xwandinê, heta digehe zanîngeh û xwandina bilind û dabînkirina pirogramê zanistî û pêdiviyên zanistî yên hevçerx.
4- Girentîkirina serbixweyîya zanîngehan û rêzgirtin li xwandin û destêwernedana partî û taîfegeriyê di pirosa xwandinê de û berçavgirtina pirogram û arastên zanistî yên pêşketî yên xwandinê li zanîngehan.
5- Giringîdan bi dibistan û peymangehên pîşeyî û evên zêdetir girêdayî warê piraktîkê ne, daku hêza pêdivî ya karkirinê ji bo bazarê misoger bike.
6- Encamdana xolên meşq û rahênanê ji bo mamosta û pisporên perwerdeyê di sercem astan de.
7- Mifa wergirtin ji astê bilindê zanîngehên pêşketî yên cîhanê û hemahengî û guherîna zaniyarî û zanistî di navbera wan de û seredankirin.
8- Bizavkirin ji bo avakirina jmareka zêde ya dibistanan daku sîstema du dewamiyê li dibistanan nemîne.
Warê Civakî
1- Bidestxistina aştiya civakî û pêkvejiyanê, ew jî di kevanê parastina pêkhatên civakî de û karkirin ji bo kêmkirina cudahiyên civakî, herwiha berhingarbûna hemû corên cudakariyan li ser binemayê neteweyî û regezî û olî û mezhebî.
2- Qerebûkirina madî û me'newî ya kurdên feylî û êzîdî û şebek û sabiyên mendaî û hemû pêkhatên neteweyî û îtinî û olî û mezhebî ku di qûnaxên cuda cuda yên hikumraniya Îraqê de li ser nasnama neteweyî û olî rastî zilim û zordariyê hatine.
3- Piyadekirina ew madên destûrî yên têkestiyê li ser mafên (Turkman, Kildan, Aşûrî, Ermenan) li Îraqê dikin.
4- Giringîdan bi rewşenbîriya hişyariya karkirinê û rexsandina derfetên karkirinê ji bo hemûyan, herwiha handana kertê taybet di vî warî de ji bo nehîştina bêkariyê.
5- Giringîdan bi jiyara kêmendaman û xudan pêdiviyên taybet û dabînkirina delîfên karkirinê ji bo wan û mifa wergirtin ji şiyanên wan.
6- Dabînkirina bîma (Tendirustî, Bûyeran, Pîrûkalan û Pekkeftiyan, Jinên ducanî), nemaze ev ên çi kesên xwe tunebin ku xudan bikin û giringîdan bi danimran û dabînkirina bîma civakî û cihên hejî ji bo hewandina wan û giringîdan bi tendirustiya wan û parastina rometa mirovî.
7- Rastvekirina sîstema karê zîndan û bendîxanan û çaksaziyan li ser binemayê mafên mirovî li Îraqê.
8- Dabînkirina mûçeyan ji bo bêkaran û derçûyên nû yên zanîngeh û peymangehan û ew ên li ser karên xwe nemane taku karekî din dibînin û destpêdikin.
9- Dabînkirina azadî û serbixweyiya sendîkayên kirêkaran û pîşeyî û cemawerî û rêxistinên civaka sivîl, taku bibe bazinek bi hêz di navbera hukûmetê û civakê de.
10- Derxistina qanûna xanenşîniyê bo ev ên di kertê taybet de kardikin ji bo dabînkirina paşeroja wan û sivikkirina rewşa jiyara wan.
11- Giringîdan bi jinan û mafên wan, bi berê binyatê geşekirin û pêşketina civakî tê wesifkirin, lewra pêdiviye derfet zêdetir ji bo wan were dan daku zêdetir bişên beşdariyê di jiyana siyasî û abûrî û rewşenbîrî da bikin, herwiha rastvekirina hemû wan biryar û qanûnên mafên jinan pêşêl dikin.
12- Delîvedan ji bo giringîdana azadiya lawan û xwast û hezên wan yên siyasî û civakî û rewşenbîrî, û mifa wergirtin ji şyanên wan di hemû waran da.
13- Giringîdan bi werziş û werzişvanan bi rêka piştevanîkirina hemû tîp û çalakiyên werzişî û vekirina lîstûkgehên hevçerx li navendên bajaran, herwiha li bajarok û gundan û sazdan û rêxistina geşt û xûlên werzişî ji bo welatên pêşketî.
14- Dariştina binemayên qanûnî ji bo dabînikirina taybetmendiya werzişî ji bo Herêma Kurdistanê li ser astê Navdewletî û Asiya û Herêmî.
15- Giringîdan bi warê rewşenbîrî û edeb û huner û grentiya pêşxistinê di kevanê baznên cuda û taybetmendiya neteweyî de, herwiha giringîdan bi rewşenbîr û hunermend û edîban di kevanê piştevanîkirina dahênan û dabînkirina azadiya bîrûboçûnan de, herwiha piştevanîkirina pîşesazîkariya sînema û dabînkirina pêdiviyên wê yên vejandinê û pêşxistin û karlêkkirinê di astê cîhanî û herêmî de.
16- Parastina şûnwar û şûnwarên dêrîn yên Îraqê û karkirin ji bo vegerandina ew ên di piroseya azadkirina Îraqê de hatine dizîn û talankirin, herwiha giringîdana zêde bi geştûguzara şûnwarî.
Geşepêdan Û Abûr
Partiya Demokrata Kurdistanê dixwaze abûriyekî bi hêz û fere rehend û xurt drust bike, ev jî civakekî xweşguzer û edaleta civakî bi dest dixe, bêgoman ev yeke di kevanê karkirina li gor pireniîpên pêşveçûneke dûrûdirêj û hukûmeteke kara û baş dê bidestkeve, vêca Partî ji bo van xalên li jêr xuya kar dike:
Yekem: Pirsên Binyatdananê
1- Karkirin ji bo bi hêzkirina jêrxana abûriya welat, bi rêka dabînikirina tev derfetan ji bo ereçalakiya pîşesazî, çandin, geştûguzar, weberhênan, herwiha pêşxistina warên cuda cuda yên neft û gazê, ev jî ji bo wê yekê ye ku di paşerojê de abûrê Îraqê piştgirêdanê bi neftê bitenê neke.
2- Rolekê zêdetir bi kertê taybet were dan û mifa ji şiyan û şarezayiya sermayên wan were dîtin, herwiha asankariyên qanûnî ji bo livîna wan were kirin, vêca ji bo vê yekê pêdiviye piştevaniya binemayên abûrê azad were kirin û pêdiviye dewlet van core hevrikiyan li gor qanûnê rêkbixe û rolê xwe di arastên geşepêdanê de hebe, ku planên nêzîk mewda û dûr mewda darêje, herwiha ji bo berjewendiya piraniya welatiyên beşdar ew jî bi derkirina qanûna parastina bikarberan.
3- Handana gişt pîşesaziyên nîştimanî, bi yên mezin û navîn ve, zêdebarî pirojeyên biçûk û pîşesaziyên temamker û lêkdanî û li gor qanûnê harîkarî û asankarî jêre were kirin.
4- Pêşxistina kertê bankan û karakirina wan daku bibine cihê bawerya welatiyan û pîşesazîkar û cotkar û bazirgan û weberhêneran, herwiha daku asankarî ji bo karên wan were kirin.
5- Bilindkirina bihayê dînara Îraqî li hember dolar û diravên biyanî.
6- Parastina samanên avê û giringîdan bi xudankirina masî û pîşesaziya qutîkirinê (Mu'eleb).
7- Giringîdan bi sikir û bendavan û pêşxistina benderan û bidestxistina kelûpel û teknolojiya nû û embarkirina kelûpelên hawirde û hinartî û veguhastinê.
Duyem: Neft Û Samanên Siruştî
1- Pesendkirina qanûna neft û gazê ji aliyê Civata Nûnerên (Perleman) Îraqê ve.
2- Rêxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hukûmeta Fedral de di vî warê karîger de, çunkî di destûrê de hatiye û ji aliyê Civata Nûnerên Îraqê biryar li ser hatiye dan û belgenamekê qanûnî yê ne guhor e.
3- Terxankirina dahatê neft û gazê ji bo geşepêdana parêzgehan û bi awayekî wekhevî, herwiha terxankirina rêjeyekê ji dahatê neftê ji bo parêzgehan û ew bajêrên berhemînerên neftê, herwiha ji bo tev welatiyan li gor qanûnê.
4- Giringîdan bi pîşesaziyên neftê (lêgerîn, derxistin, parzinîn, hinardekirin) û bikaranîna di warên dî yên weberhênanê de.
Sêyem: Kertê Çandinê
1- Karkirin ji bo vejandin û pêşxistina kertê çandinê bi rêya
avedankirina gundan û dabînkirina tev xizmetguzariyan ji bo wan û dana sulfên weberhênanê û bi xudankirina terş û kewalî û masî û balindeyan, li gel dabînkirina tovê ji corê herî baş, herwiha dabînkirina kelûpelên nû ji bo cotkaran, li gel danana kogehên embarkirinê û parastina berhemên navxoyî û dirustkirina projên stratîjî û projên avdanî.
2- Çareserkirina arîşên cotkaran û xudan berhemên navxoyî û handana kertê taybet ji bo vekirina projên çandinê û karkirinê di warê pîşesaziya çandinê de di kevanê dabînikirina hemû asankariyan û parastina berhemên wan hemberî heman berhemê hawirde.
3- Asayîşa xorakê weku beşeke giring ji asayîşa nîştimanî were hejmartin û karkirin ji bo pêxemet parastina wê asayîşê bi rêya çavdêrîkirina corî ji bo wan berhemên ji derve tên hawirdekirin, herwiha sinûrek jî ji bo wî berhemê hawirde were danan ku li nav welat jî tê berhemanîn û bizav werin kirin ku astê corê berhemê navxoyî were bilindkirin daku hevrkiya berhemê biyanî û hawirde bike.
4- Giringîdan bi pîşesaziya qutukirina berhemên çandinê yên navxoyî bi taybet (temate, xurme, zeytûn, gulberoj, garis, titûn,...htd).
Çwarem: Geştûguzar
1- Giringîdan bi kertê geştûguzar û warên cuda cuda û pêşxistina wan daku li her çwar werzên salê berdewam be, bi taybet jî Herêma Kurdistanê û ew bajêrên mezarên pîroz û şûnewarên dîrokî têdene.
2- Handana kertê taybet yê navxoyî ji bo weberhênanê di warê geştiyariyê de, ew jî di kevanê asankariyan û dana sulfeyan, herwiha handana weberhênerên biyanî di vî kertî de were kirin ku beşdariyê di vî kertî de bikin.
3- Girentîkirina parastina taybetmendiya şûnwar û dîroka rewşenbîriya bajêran û tev deverên cuda cuda, li berçavgirtina sîmbol û rûyên şaristanî û nûjenkirina wan di kevanê proseyeka stratîjî ya nîştimanî daku hemû bajêrên Îraqê bi xwe ve bigre.
Jîngeh:
1- Pêgîrkirina Îraqê bi rêkeftinamên navdewletî ji bo parastina jîngehê û rastvekirina qanûna parastina jîngehê, herwiha pêgîrkirina tevaya proje û çalakiyên pîşesazî û pîşeyî bi prensîpên parastina jîngehê.
2- Pakkirina Îraqê ji mîn û paşmayên çekê kîmiyawî û bayolojî û tev madên zerermend û danana parizîneke taybet ji bo av û sûlînan.
3- Giringîdan bi bernamên çandina darûbaran li bajar û bajarokan.
Çaksazî Di Warê Kargêriyê De
1- Berhingarbûna gendeliyê ku weku nexweşiyekê di tevaya dezgehên Hukûmeta Îraqê de belav bûye.
2- Nehîştina bertîl û mirov mirovkanê û mezhebgerî û taîfegerî û navçegeriyê di dezgehên hikûmî de.
3- Karakirina civata xizmetkirina sivîl.
4- Karkirin ji bo bilindkirin û zêdekirina mûçe û dermalên fermanberên dewletê ji bo bilindkirina astê jiyara wan li gor qanûnê, herwiha rastvekirina wan qanûn û rênmayên grêdayî molet û bênvedan û geştûguzariya fermanberan, bi awayekî li gel pêdiviyên jiyana serdem bigunce.
5- Nehîştina rotînê di dezgehên hukûmetê de, rêxistina muamelên welatiyan bi mifa wergirtin ji kumpiyoter û torên xizmetguzariyên entirnêtê.
Azadiyên Bineretî:
Bi armanca bidestxistin û dana azadiyên bineretî ji bo welatiyan, lîsta Partiya Demokrata Kurdistanê van karan dike:
1- Destûrê Îraqê, deshelatên dewleta Îraqa Fedral ji hev cuda kirine, lewra li ser Hukûmeta Îraqê pêdiviye kar bi van pirensîpan bike û saziyên hikumî bi hêztir bixe.
2- Pêgîrbûn bi demokrasiyê weku binemayekê hikumraniyê û rêzgrtinê li tevaya bendên mafên mirov û azadiyên medenî û siyasî û derbirîna boçûnê, ku di belgenamên navdewletî de hatine û Netewên Hevgirtî pesendkirin û destûrê Îraqê jî pêgîrbûna xwe li ser tekez kiriye.
3- Destûrê Hertim yê Îraqê, azadiyeke temam bide ji bo hemû tak û giropan ku beşdarbin di rêxistina part û sendîka û rêkxirawên civaka sivîl de û mafê xwenîşandanê di kevanê qanûnê de hebe, li ser hukûmetê jî pêdiviye van azadiyan di kevanê qanûnê de biparêze, herwiha berhingarî her kar û helwîstekî bibe ku van qanûnan pêşêl bike.
4- Nefret lêkirina hemû corên cudahiyan li ser binemayê regez û netewe û taîfe û ol û nasnamê bin, pêdiviye Hukûmeta Fedral girentiya pêşêl nekirina jiyan û maf û azadiya welatiyan bi stoyê xwe ve bigre.
5- Her kesek û pêkhateyek û komek azade di derbirîna boçûna xwe û selmandina taybetmendiyên xwe yên neteweyî û plî û mezhebî, evca pêdiviye Hukûmeta Îraqê piştevana van azadiyan be.
