• Saturday, 14 February 2026
logo

Naveroka rêkeftina PDK û Gorranê li ser pêkanîna hikûmeta nû

Gulan Media April 17, 2014 Nûçe
Naveroka rêkeftina PDK û Gorranê li ser pêkanîna hikûmeta nû
Partiya Demokrat a Kurdistanê û Tevgera Gorranê ku di hilbijartinên 21ê Îlona 2013an ên Herêma Kurdistanê de wek hêzên yekem û duyem ên Başûrê Kurdistanê hatin nirxandin, li ser pêkanîna hikûmetê û parvekirina postên kabîneya heştem rêkeftinek îmze kirin.

Li gorî naveroka rêkeftina navbera PDK û Tevgera Gorranê ku îro li Hewlêrê hat îmzekirin, her du aliyan li ser “derbaskirina rewşa niha ya Kurdistanê, xizmeta gelê Kurdistanê û encamdana berpirstiya netewî” li hev kirin.

Naveroka rêkeftinê wiha ye:

Ji ber xatirê berjewendiyên bilind ên gelê me û cîbicîkirina berpirstiya netewî û niştimanî bo derbaskirina rewşa niha ya Herêma Kurdistanê, anîna qonaxeke nû ya rêveberiyê ku armanca wê yekem xizmeta welatiyan e, em li ser xalên jêrê li hev hatin:

Yekem: Pêkanîna hikûmetek binfireh û yekgirtî ku nûnertiya îrade û dengên hemû gelê Kurdistanê bike û hurmeta encamên hilbijartinan bigire,

Duyem: Pêkanîna lêjneyek hevbeş ji hemû aliyên beşdarî di kabîneya heştem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo dariştina bernameyek hevbeş a hikûmetê li ser bingeha reform û binecîkirina sazîbûnê li Herêma Kurdistanê,

Sêyem: Aktîfkirina rola Parlamentoya Kurdistanê di encamdana erkên xwe de bi awayekî ku bikaribe bi şêweyekî serbixwe di dariştin û derxistina qanûan, çavdêrîkirin û lipeyçûna karên hikûmetê de tevbigere.

Çarem: Cîbicîkirina prensîba şirîkatiyê di desthilata siyasî ya Herêma Kurdistanê de da ku hemû aliyên beşdar di hikûmetê de bibin şirîkê rasteqîn ê desthilat û cîbicîkirina biryaran. Li ser vê bingehê Tevgera Gorran bi vî rengî beşdarî hikûmetê dibe:

a-Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê

b-Wezareta Pêşmerge

c-Wezareta Darayî û Aborî

d-Wezareta Pîşesazî û Bazirganiyê

e-Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî

f-Serokatiya Desteya Berhemanînê

g-Beşdarî di saziyên din de ku paşê tê eşkerekirin.

Pêncem: Her du alî piştgiriya serxistina hemû bernameyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin bi şêweyekî ku zaminê parastina azadiya ramanê, ewlehiya siyasî û çûna ber bi hilbijartinên zelal û dûrî fişar û cezayekî siyasî be. Bi vî awayî hefteya bê dê Parlamentoya Kurdistanê bicive da ku serokatiya parlamentoyê hilbijêre.

Partiya Demokrat a Kurdistanê,

Tevgera Gorran

17.04.2014

Hewlêr

Rûdaw
Top