DAIŞ, 30 serbazên Êraqî kuştin û birîndar kirin
Li gor nûçeyeke Şefeq newsê jêderekî ewlekarî ragihandiye ku çekdarên dewleta îslamî li Êraq û Şam DAIŞ li navçeya Mehlebiyê a li Rojavayê Musilê êriş birine ser baregeha serbazî û di encamê de 13 serbaz hatine kuştin û 17 serbazên dinê jî birîndar bûne.
Li gor jêderê, êriş ji gelek aliyan ve bi RBC û hawanan destpê kiriye û ji aliyê bi dehan çekdarên DAIŞ`ê ve êrişî baregehê hatiye kirin û agir bi otombêlên serbazî xistine.
Xendan/Şefeqnews
