• Saturday, 14 February 2026
logo

Piştî 21 sal Yaşar Kaya vedigere Tirkiyê

Gulan Media April 17, 2014 Nûçe
Piştî 21 sal Yaşar Kaya vedigere Tirkiyê
Îro 17/4/2014, nivîskar û siyasetmedarê navdarê bakûrê Kurdistanê Yaşar Kaya paş 21 sal ji ber karê siyasî dûrketina li welat vedigere Tikiyê.

Vegeriyana Yaşar Kaya piştî şandina nameyekê bû ji serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan re ku têde daxwaqz kiribû ku rê jêre bê dayîn vegere Tirkiyê û neyê girtinê.

Yaşar Kaya temenê xwe 76 saliye û di sala 1937`an li bakûrê Kurdistanê jidayîk bûye. Xwendina xwe ya amadeyî û kolêjeya aborî li Stenbolê temam kiriye.

Kaya yek ji ew 49 siyasetmedarên Kurd bû ku di sala 1959`an ji ber Kurdbûn û xwedîderketina li mafê Kurdan hatibû girtinê. Piştî 9 sal ji eşkence û zulm û zîndanî di sala 1968`an sirgûnî bajarê Qonya yê Tirkiyê kirin.

Yaşar Kaya yekemîn sernivîserê rojnameya Ozgur Gundem bû her weha serokê partiya DEP ku partiyekî Kurd a siyasî li Tirkiyê bû li gel wê jî de Yaşar Kaya parlemanterê heman Partiyê bû li parlemana Tirkiyê.

Kaya eve 21 sale li Almanyayê dijî û pêwendiyekî xwe yê dûr dirêj li gel Partiya Karkerên Kurdistanê PKK hebû, lê belê eve çend saleke ji karê siyasî dûrketiye û karê xwe yê nivîsînê berdewam dike.

Biryare îro pêncşeme Yaşar Kaya vegere Tirkiyê û li balafirxaneya Enqerê ji aliyê dost û hevalên xwe were pêşwazî kirinê.

Her weha piştî gihêştina Enqerê Yaşar Kaya diçe hemberî dadgehê û îfadeta xwe dide û piştrew jî bi azadî li Tirkiyê dijî.

Xendan
Top