Barzanî û Erdogan pirsa enerjiyê gotûbêj kirin
Serokwezîr Barzanî û Erdogan gotin ew bi biryar in ku hevkariya enerjiyê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê bidomînin û pêşve bibin. Erdogan ragehand ku wan ev bi biryarbûna xwe hem ji rêvebiriya navendê ya Bexdayê û hiem jî Amerîkayê re bi awayekî eşkere diyar kirine.
Li gor agahiyên Serokweziriyê di hevdîtinê de peywendiyên di navbera her du aliyan de û pirsgirêkên herêmê hatin axaftin. Herwiha aloziya li Iraqê ya rojên dawîn û êrîşên terorê jî hatin gotûbêjkirin. Erdogan di vê mijarê de fikarên xwe anî ziman û destnîşan kir ku ew girîngiyê didin ewlekarî û aramiya welatên cîran.
BasNews
