PDK û Gorran li ser avakirina hikûmetê li hev kirin
Îro şanda danûstandinan a PDKê ligel şanda danûstandinan a Gorran li Hewlêrê civiya û piştî civînê kongreyeke rojnamevaniyê hat lidarxistin.
Di kongreyê de serekterê polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku ew ligel Gorran gihiştine rêkeftinekê dawî û rêkeftina avakirina hikûmetê îmze kirin.
Ji aliyê xwe ve serokê şanda danûstandinan a Tevgera Gorran Omer Seyid Elî daxwaz kir ku hemû aliyên serkeftî di hilbijartinan de tevlî hikûmetê bibin.
Elî herwiha got ku heftiya bê wê Parlamentoya Kurdistanê bicive.
Rûdaw
