Raporteke Birîtanî: Herêma Kurdistanê dê dewleta Kurdî raghîne
Raportê bal kişandiye ser wê yekê ku ew fişarên darayî ji aliyê bexdadê li ser herêmêa Kurdistanê û nedana budceya giştî û rênedan bi hinardekirina neftê dibe sedema wê yekê ku Herêma Kurdistanê ji Êraqê cuda bibe û dewletekî Kurdî ya serbixwe raghîne.
Di raportê de hatiye, hinaredeya nefta Herêma Kurdistanê yekem în nîşaneya dewleta Kurdî ye bi taybetî jî gelek îşaret ji dewleta Tirkiyê jî derketin ku ew ne li dijî dewleta Kurdî ne. Tirkiyê û Hikûmeta Erdogan weku hevpeymaniyek stratejî li Herêma Kurdistanê dinêrin, asta alûgora bazirganî di navbera herdu aliyan de jî gihêştiye zêdetir li 10 milyar dolar, ku nêzîkî 1600 kompaniyên Tirkî li Herêma Kurdistanê hene û hemû amadekarî têne kirin ku nefta herêmê hinardeyî Tirkiyê bê kirin û ji wir berve cîhanê bête şandin, ev hemû jî amajeyên aşkira ne li ser rezamendiya Tirkiyê bo ragihandina dewleta Kurdî li Bakûrê Êraqê.
Li gor raportê, Êran jî ne li dijî damezrandina dewleta Kurdî ye ji berku Tehran baş dizane ku cudabûna Herêma Kurdistanê ji Êraqê pişka Êraqê li rêxistinên OPEK`ê kêm dike, bi taybetî jî ku niha Êran dixwaze bihêz dakeve nava bazara nefta cîhanê piştî rakirina sizayan li serî.
Lê belê Sûriyê di dema niha de şiyana xwe nîne ku nêrîna xwe libarê doza Kurd nîşan bide, bi taybetî jî jiber ku Kurdên Sûriyê bûne beşek ji milmilaneyên navxweyî li wî welatî.
Di raportê de hatiye ku, Wîlayetên Yekbuyî Emerîka û Ewrupa ji bo ragihandina dewletekî Kurdî ya serbixwe astengiyan dernaxin, ji bo hebûna piraniya kompaniyên wan ên derhênana neftê li Herêma Kurdistanê, her weha giringiya girêbestên neftê li gel herêmê, her weha li gel xwesteka wan a çareserkirina kêşeyên navbera Hewlêrê û Bexdadê ku ji ber wê yekê astengî li pêşiya hinardekirina nefta Êraqê bo bazara cîhanê dirust kiriye.
Xendan/Al-Erebiye
