Amerîka li ser pirsa dewleta kurdî bersiva Barzanî dide
Berdevka wezareta derve ya Amerîka Jehn Psaki di bersiva pirseke Tora Medyayî ya Rûdawê de derbarê daxuyaniyên Barzanî de got “Yekparçeyîya Iraqê hîn armanca Amerîka ye”.
Psaki got “Hûn dizanin ku pêgeha me heta radeyeke mezin nehatiye guhertin. Em li ser piştgirîkirina Iraqeke federal, demokrat, berfereh û yekgirtî berdewam in. Em ji hemû aliyên Iraqê dixwazin ku kar ji bo bidestxistina vê armancê bikin”.
Daxuyaniyên Barzanî ku di hevpeyvîneke ligel televizyona Skynews a erebî de ragihandin, di demekê de tên ku heftiya borî nûnerê wezareta derve ya Amerîka Brett H. McGurk kar ji bo nêzîkkirina helwestên Bexda û Hewlêrê dan.
Di bersiva pirsekê de ku gelo daxuyaniya Barzanî nayê wateya şikestina wan hewlên Amerîk, Psaki got “Gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê bi dawî nehatine. McGurk hîn hewlên xwe derbarê vê pirsê de berdewam dike”.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di wê hevpeyvîna xwe de got ku dewleta kurdî ya serbixwe di rê de ye û kes nikare vî mafê siruştî ji Kurdan bistîne û rê lê bigire.
Rûdaw
