• Saturday, 14 February 2026
logo

Mîranî: YNKê pêgirê rêkeftina stratejîk nebûye

Gulan Media April 16, 2014 Nûçe
Mîranî: YNKê pêgirê rêkeftina stratejîk nebûye
Sekreterê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî ragihand ku eger Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) tevlî hikûmetê nebê dê şûna wê vala bimîne. Mîranî diyar kir ku YNKê pêgirê rêkeftina stratejîk nebûye.

Derbarê civînên sibê yên şanda danûstandinan a PDKê ligel aliyên din de ku li ser pirsa avakirina kabîneya heştem a hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, Fazil Mîranî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got “Xelkê Kurdistanê wê sibê nûçeyên xweş bibihîsin”.

Mîranî herwiha got “Heftiya bê wê Parlamentoya Kurdistanê bicive û serokatiya parlamentoyê wê were hilbijartin”.

Derbarê axaftinên ku vê dawiyê di nav serkirdatiya YNKê de tên kirin de û tê de gefa wê yekê dixwin ku ewê reşnivîsa destûra Herêma Kurdistanê vegerînin parlamentoyê, sekreterê polîtbîroya PDKê got “Destûr bi yek partiyê venagere parlamentoyê û bi yek partiyê jî nayê serastkirin”.

Fazil Mîranî derbarê rêkeftina stratejîk a di navbera PDK û YNKê de got “YNKê pêgirê rêkeftina stratejîk nebûye”.

Rûdaw
Top