“Asayişa PYDê 7 endamên PDK-Sê bi zorê vegerandin Başûr”
Endamê komîteya navçeyî ya PDK-Sê Ebdilkerîm Xelîl derbarê bûyerê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku “şeva borî 14 endamên kongreyê û 2 Kurdên din ên Rojavayê Kurdistanê ji Başûr derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn û li gundê Girbalat ji aliyê asayişa PYDê ve hatine girtin”.
Xelîl herwiha got ku “Piştî çend saetan her du Kurdên ne endamên kongreyê serbest hatin berdan û asayişa PYDê 7 endamên kongreyê ku di nav de endamê kmîteya navendî ya PDK-Sê Hacî Kalo û 5 jin hene, birin bajarê Dêrikê”.
Xelîl diyar kir ku di nava kesên ku hatine girtin û birine Dêrikê de, endamekî komîteya navçeyî ya PDK-Sê bi navê Karmîran Hac Elî jî heye ku bi xwe ji gundê Elî Gamêş e û piştî ku bihîstibû endamên kongreyê hatine girtin, hatibû ser sînor.
Derbarê her 7 kesên din de, endamê komîteya navçeyî ya PDK-Sê Ebdilkerîm Xelîl ku ew jî yek ji wan e, ji Rûdawê re got “Şeva borî asayişa PYDê em her heft kes bi otombîlekê anîn ser sînor û bi zorê û bi teqandina guleyan em vegerandin Başûrê Kurdistanê”.
Asayişa PYDê ji girtiyan re gotiye ku wan bê destûr û bi rêyeke ne yasayî re sînor derbas kiriye, lê Xelîl diyar dike ku sedema girtinê siyasî ye û dibêje “eger sedem ne siyasî be, ji ber çi ew 2 kesên ku ne endamên kongreyê bûn û ligel me derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, hatin berdan, lê hevalên me hinek hatin girtin û yên din jî bi zorê vegerandin Başûrê Kurdistanê”.
Ebdilkerîm Xelîl tekîd kir ku berî ew derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, serdana mexfera asayişa PYDê li ser sînor kirin û bi destûra wan derbasî Başûr bûn.
Rûdawê telefona navenda asayişa Dêrikê û navenda asayişa giştî li Qamişlo jî kir, lê bersivsa telefonê nedan.
Rûdaw
