• Saturday, 14 February 2026
logo

Partiyên Rojhilatê Kurdistanê yek digirin

Gulan Media April 16, 2014 Nûçe
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê yek digirin
Piştî çend sal normalbûna peywendiyên her du aliyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) û piştî çendîn rûniştin û civînan, di hevdîtina xwe ya dawî de her du aliyên demokratan biryara amadekirina çend rêkeftinan dan ji bo bibin yek. Herwiha serkirdeyekî Partiya Demokrat a dayik jî aşkera kir ku bi Komeleya Şoreşgêrên Zehmetkêş a Kurdistanê re hevpeymanî çêkirine û gotûbêjên hevgirtinê jî dest pê kirine.

Hevgirtina çar partiyên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê û derketina wan wek partiyeke serbixwe bi navê (Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê-PDK-S) bandor li partiyên Rojhilatê Kurdistanê jî kir ku biryara yekgirtin û hevdengiyê li ser pirsa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê bidin.

Berê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê, rêkeftinek ji bo gotûbêja li ser çawahiya yekxistina rêzên partiyê pêşkêşî aliyê din yê demokrat kiriye û xwestiye ku yan ew rêkeftin wek bingeha gotûbêjan ji bo çareseriya meseleyan be, yan ew jî xalên xwe amade bikin û pêşkêşî wan bikin da bi berçav girtina herduyan li gor herdu aliyan bê dariştin, lê heta niha projeya aliyê duyem ya Partiya Demokrat nehatiye amade kirin. Tê texmîn kirin ku di demeke nêzîk de rûniştinên ji bo nirxandina xalên rêkeftinan dest pê bikin û çawahiya hevgirtinê hatiye diyar kirin.

Di vê derbarê de Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistan a Îranê (PDK-Î) Mihemed Nezîf Qadirî ji BasNewsê re da zanîn ku ew li benda aliyê din ê demokratê ne û her dema amade bin dê hev bigirin.

Di heman demê de Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê, Heme Salih Qadirî ji BasNewsê re got: ’’Hevgirtina hêzên Rojhilatê Kurdistanê di qonaxa niha de di berjewendiya gelê Kurd de ye. Em li her pêngava ku alîkariya yekgirtinê bike û bibe sedema bihêzbûna tevgera siyasî ya Kurd û li armancên stratêjîk ên gelê Kurd nêzîk be pêşwaziyê dikin û vê yekê ji bo Rojhilatê Kurdistanê wek pêngaveke girîng dibînin, ji ber ku pirsa Rojhilat pirsa nasnameyê ye û di vê çarçoveyê de yek gotarî û hevgirtin xwedî girîngiyeke taybet e.’’

Qadirî eşkere kir ku niha bi Komeleya Şoreşgerên Zehmetkêş re hevpeymanî pêk anîne û ger aliyên din jî bixwzin di nav vê hevpeymaniyê de cîh bigirin derî vekiriye û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Me bi Komeleyê re dest bi diyalogan kiriye û eger evna jî bigehe encaman dibe sedema dariştina bingeheke bihêz ji bo Rojhilatê Kurdistanê.’’

BasNews
Top