Barzanî cejna Çarşemba Sor li Êzidîyan pîroz kir
Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê di peyamekê de pîrozbayîyên xwe bi boneya cejna Çarşemba Sor a cejna sersala Êzidîyan, pêşkêşî Êzidîyên Kurdistanê û cîhanê kir. Di peyama xwe de Mesûd Barzanî ragihandiye, ku ´´Kurdên Êzidî nimoneyeke diyar a berxwedan û xweragirîya gelê me ne ku zêdebarî hemû hewlan bo qirkirin û helandina (asîmîlekirina) wan, gelek bi azayane (wêrekî) bergirî kirine û zulm û zordarîya rejîmên Iraqê jî nekarî nasnameya Kurdayetîya wan nehêle.´´
Serok Barzanî di beşeke din a peyama pîrozbayîya xwe de tekezî li ser nasnameya Kurdayetîya Êzidîyan dike û dibêje:´´ mixabin piştî rûxana rejîma Beis jî hêşta kesanek hebûn ku hewl didan Kurdên Êzidî ji nasnameya Kurdayetîya wan dûr bikin, lê Êzidîyan bi şanazîkirin bi evê nasnameya Kurdayetîyê rûbirûyê ewan hewlên wan jî dan û ez dilniyam hîç hewlek nikare Kurdên Êzidî ji gelê me dabibre (dûr bike).
Serok Barzanî herwiha di peyama xwe de hêvî dike ku xelkên Êzidî cejna xwe û hemû bîranînên xwe di saya azadî û aramîyê de bi xweşî derbas bikin û hemêşe di şadî û aramîyê de bin.
