• Saturday, 14 February 2026
logo

Ellawî: Bila Barzanî bibe serokomarê Iraqê

Gulan Media April 15, 2014 Nûçe
Ellawî: Bila Barzanî bibe serokomarê Iraqê
Serokwezîrê berê yê Iraqê Eyad Ellawî, diyar kir ku kurd ji Iraqê cuda nabin û ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî xwest, bibe serokomarê Iraqê.

Eyad Ellawî ku îro bi Barzanî re hevdîtin pêk anî, ji Rûdawê re axivî û behsa tenduristiya serokomarê Iraqê Celal Talebanî kir û got, niha Iraq bêserokomar e ji ber ku nexweşiya Talebanî demdirêj e.

Ellawî, ji Barzanî xwest bibe serokomarê Iraqê.

Li ser îhtimala cihêbûna kurdan ji Iraqê jî wî siyasetmedarê şîe yê Iraqê got, kurd ji Iraqê cihê nabin çimkî arîşe bi destûrê çareser dibin.

Eyad Ellawî her wiha dijberiya xwe li hember wê yekê nîşan da ku Nûrî Malikî bo cara sêyemîn bibe serokwezîrê Iraqê.

Rûdaw
Top