Pirsgirêka malbata Baba Şêxê Êzdiyan ligel PDK’ê çareser bû
Çavkaniyekê heydar ji Êzdiyan bo BasNewsê ragihand ku piştî serdana malbata Baba Şêxê Êzdiyan bo Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî û çareserkirina wê arîşeya kevin ya navbera PDK û Baba Şêx, hejmarek ji kesayetiyên Êzdî yên navdar ku xwedan pile û post bûn di nava Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de, tevlî rêxistinên PDK’ê bûn. Heman çavkaniyê got: “Hejmara wan kesayetiyan 30 kes e û niha bûne endamên PDK’ê.”
Ji aliyekî din ve Semîr Baba Şêx ji malbata Baba Şêxê Rûhanî yê Êzdiyan ragihand ku hejmarek ji berpirsên PDK’ê serdana wan kirine û piştire wan jî serdana Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî kiriye û niha ew arîşeya wan a kevin ligel PDK’ê hat çareserkirin.
Semîr Baba Şêx got: “Em malbateke olî ne û bo hemû aliyan em wek hev in, ew arîşeya me ya ligel PDK’ê bo sala 1977’an vedigere dema mamê min hat kuştin, me goman ji PDK dikir, Barzanî jî çendîn car red kir ku têkiliya wan bi kuştina wî re hebe, niha jî em gihan baweriyê û ti arîşeya me ligel PDK’ê memaya û em hev xweş divin.”
Herwiha tekez li ser wê yekê kir ku di nav malbata wan de kesên alîgirên YNK û PDK’ê hene û her kes di nav wan de azad e ligel çi aliyê siyasî kar bike û axaftina xwe wiha qedand: “Ti têkiliya min bi xwe bi tu aliyekî re nîne û bavê min jî berprsekî olî ye û bo hemûyan wek hev e.”
BasNews
