Alîgirên Esed dîsan li Qamişloyê xwepêşandan kirin
Îro, (15.04.2014) alîgirên Partiya Baasê bi alên rejîma Sûriyê û Partiya Baasê û bilindkirinasologanên “Bi can bi xwîn em bi tere ne Esed, Esed hêviye û her bijî Partiya Baas” li bajarê Qamişlo xwepêşandan kirin.
Partiya Baasê roja 7’ê nîsana sala 1947’an hat damezrandin û roja 8’ê Adara sala 1963’an bi rêya darbeyeke leşkerî dest danî ser Sûriyê û ji wê demê ve desthilata Sûriyê di dest de ye.
Di destpêka xwepêşandanê de sirûda niştimanî ya Sûriyê “Humat El-Diyar” û ya Partiya Baasê “Ya Şebab El-Uribî Heya” hatin pêşkêşkirin. Xwendekaran çend stran û helbest pêşkêş kirin, herwiha çend mamosta hatin xelatkirin.
Hêjayê gotinê ye ku di çarçoveya mehekê de evna 4’emîn care ku alîgirên Partiya Baasê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê derdikevin û xwepêşandanan dikin bo piştgiriya xwe bo Partiya Baasê û serokê wê Beşar Esed. Xwepêşandan di bin çavdêrî û parastina hêzên ewlekariyê yên rejîmê û çekdarên Mihemed El-Faris de tên kirin ku alîgirê rejîmê ye.
BasNews
