YNK naxwaze Wezareta Pêşmerge bigihe Goran
Di civîna dawî ya di navbera PDK û Tevgera Gorran, PDK û YNKê de, nexşeyeke nû bo parvekirina postên hikûmetê hat pêşkêş kirin, lê niha derket ku careke din nakokî li ser wê nexşeyê derketiye.
YNK ji aliyê xwe ve razî nebû ku Wezareta Pêşmerge bigihe Tevgera Goran, li gor wê nexşeyê, lewma egera wê yekê heye ku pêkanîn hikûmetê bo meha bê were paşxistin. Çavkaniyeke heydar ji YNK bo BasNewsê aşkere kir ku bersiva YNK’ê li ser pêşniyara PDK’ê amade ye û ew nerazî ne li ser pêşniyara nû ya ku PDK pêşkêş kiriye, lê pêdagir e ki ser wêya ku divê yek ji wezaretên ewlekariyêî jî werbigire.
Wê çavkaniya ku nexwest navê wê bê aşkere kirin got: “YNK pêşniyarek pêşkêşî PDK’ê kiriye, ku du cîgirên serokê parlamentoyê hebin, da yek ji wan bigihe YNK’ê.” Herwiha got ku yek ji xalên nerazîbûna YNK li ser wê pêkhateya hikûmetê bo wê yekê vedigere, ku PDK Wezareta Pêşmerge daye Tevgera Goranê, ji ber vê yekê YNK dixwaze rûniştinên pêkanîna hikûmetê bo paş hilbijartinan bên paşxistin, heta bikare di vê heyamê de PDK’ê li ser dana wê wezareta bo Goran poşman bike.
Li gorî zaniyariyên BasNewsê, eger hat û pêkanîna hikûmetê ket piştî hilbijartinan, dê wê demê posta Serokomarê Iraqê jî têkeve rojeva danûstandinan, ku ev zêdeyî yek sal e bi sedema têkçûna tendirûstiya Celal Talebanî ew post vala maye.
Hevdem, Endamê Serkirdayetiya YNK’ê Ferîd Eseserd ji BasNewsê re da zanîn ku ew wek YNK pêdagir in li ser wêya ku divê yek ji her du wezaretên ewlekariyê di dest wan de be û got: “Eger wezareteke ewlekariyê bû pişka YNK, tu nakokî li cem me nîne ku wezareta din ji PDK an ji Goranê re be.” Eseserd tekez kir ku wan bi tu awayekî û fermî behsa paşxistina pêkanîna hikûmetê ligel tu aliyên nekirine.
BasNews
