• Saturday, 14 February 2026
logo

Saziya Nobel: Nûçeya namzedkirina Ocalan ne rast e

Gulan Media April 15, 2014 Nûçe
Saziya Nobel: Nûçeya namzedkirina Ocalan ne rast e
Saziya Nobelê red kir ku rêberê PKKê Abdullah Ocalan wek yek ji namzedên ji bo wergirtina xelata Nobelê hatibe qebûlkirin.

Saziya Nobelê di daxuyaniyekê de ku ji DHAyê re şandiye, got ku navê lîsteya namzedên ji bo wergirtina xelata Nobelê ji kesî re nayên gotin û nayên aşkerekirin heta piştî 50 salan ji namzedbûna wan.

Parlamenterê Tevgera Gorran di Parlamentoya Iraqê de Heval Kuwêstanî ji Tora Medyayî ya Rûdaw re ragihan “Roja 18/7/2013 di rêya name û email re min têkilî bi komîteya xelata Nobelê re danî û min navê Ocalan pêşniyar kir ji bo wergirtina xelata Nobelê, piştî ku komîte tekîd û piştrast bû, nameya tekîda tomarkirina navê Ocalan ji min re şand”.

Lê saziya Nobelê di daxuyaniyê de dibêje “Ew kesê îdîa dike ku pêşniyara navê Ocalan ji aliyê me ve hatiye qebûlkirin, bê bingeh diaxife, ji ber ew kes bi ti awayekî nikare zaniyariyên wiha ji komîteya xelata Nobelê û ti cihekî din werbigire”.

Xelata Nobelê bi qasî 1.25 milyon dolar e û roja 10ê mijdarê ya her salekê û di salvegera koça dawî ya damezirênerê wê xelatê Alfred Nobel de, di warên bijîşkî, fîzya, kîmya, edeb û aştiyê de tê pêşkêşkirin.

Alfred Nobel berî koça dawî bike, di sala 1895an de daxwaz kir ku ew xelat ji bo kesên dahêner û hêjayî were pêşkêşkirin.

Rûdaw
Top